Trump çip tazî!

19-08-2016
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Komarî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li parkên cuda yên wîlayetên Amerîkayê, di şevekê de peykerên tazî yên namzetê Komariyan Donalt Trump hatin danîn.

 

Koma anarşîstan a bi navê INDECLINE ku li wîlayetên New York, Los Angeles, Seattle, San Francisco û Clevelandê peyker danîn, diyar kirin ku ew bi danîna van peykeran dixwazin peyamekê bidin gelê Amerîkayê.

 

INDECLINE di daxuyaniya xwe de got: “Bi rêya van peykeran em dixwazin rûyê rast ê siyasetmedarê ku nayê hezkirin, nîşan bidin.”

 

Ji aliyê din ve gelek kes li ber van peykeran wêneyan dikêşin.

 

Vê çalakiyê li Amerîkayê deng veda û bû rojeva dezgehên medyayê.

 

Lê Rêveberiya Parka New Yorkê, ji ber vê destûr hatiye danîn, peyker rakir.

 

Kampanyaya hilbijartinan a Donald Trump derbarê van peykeran de hê ti daxuyaniyek nedaye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst