Hewlêr (Rûdaw) - Li balafirgeha Pearsonê ya Torontoya Kanadayê balafireke Delta Airlinesê dema xwedanînê teqle da û 18 kes birîndar bûn.
Balafirgehê bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand, "18 rêwiyên birîndar sewqî nexweşxaneyan hatin kirin" û got ku balafirxane vekirî ye.
Seroka Balafirgeha Torontoyê Deborah Flintê ji rojnamegeran re got ku di balafirê de 4 xebatkar û 76 rêwî hebûn ku 22 ji wan Kanadayî bûn.
“Em gelekî kêfxweş in ku ti kes nemiriye”
Li hêla din hat destnîşankirin ku balafir ji bajarê Minneapolisê yê Amerîkayê rabûbû.
Deborah Flintê got, "Em gelekî kêfxweş in ku ti kes nemiriye û birînên birîndaran jî sivik in."
Wezîra Veguhastinê ya Kanadayê Anita Anandê jî li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî ku hemû 80 rêwiyên di balafirê de saxlem in û anî zimên ku ew bûyerê ji nêzîk ve dişopîne.
Parêzgarê Ontarioyê Doug Ford li ser hesabê xwe yê Xê got ku "ti mirî tunin" û berdewam kir:
"Rayedarên eyaletê bi balafirgehê û rayedarên herêmî re di pêwendiyê de ne û dê her alîkariya pêwîst be bikin."
Lêpirsîna li ser sedemên qezayê ji aliyê Desteya Ewlehiya Veguhastinê ya Kanadayê ve tê meşandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse