Li Efxanistanê şer û pevçûn: Gelek polîs û serbaz hatin kuştin

16-10-2018
RÛDAW
Nîşan Efxanistan Talîban Polîs Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên bakur û naverasta Efxanistanê şeva bihorî di şerekî dijwar de hejmareke zêde ya polîsên wî welatî hatin kuştin û birîndar bûn.

 

Li parêzgeha Semengan a li bakurê Efxanistanê hêzên Talîbanê êrîşî xaleke pişkinînê ya hêzên ewlehiyê yên wî welatî kirin û di encamê de 11 polîs hatin kuştin û 30 polîsên din jî birîndar bûn.

 

Herwiha 15 polîs hatine desteserkirin û hejmareke zêde ya çek û teqemeniyan jî ketine destê hêzên Talîbanê.

 

Li parêzgeha Daykundi jî bi sedan çekdarên Talîbanê êrîşî xala pişkinînê ya Kacran kirin û piştî çend saetan şer û pevçûn 8 leşkerên Efxanî û 5 polîs hatin kuştin.

 

Berdevkê Talîbanê jî herdu êrîş piştrast kirin û got, ku li Semengan 30 polîs û li Daykundî 19 polîs hatine kuştin û dest danîne ser gelek çek û teqemeniyan jî.

 

Zêdebûna êrîşên tundûtîj ên Talîbanê li dijî hêzên ewlekariyê yên Efxanistanê di demekê de ye, ku biryar e 20ê Cotmehê hilbijartinên parlamentoya wî welatî were lidarixstin.

 

Talîban pêştir di daxuyaniyekê de gefa wê yekê xwaribû, ku di dema birêveçûna hilbijartinan de dê hêzên ewlekariyê û binkeyên dengdanê bike armanca êrişên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst