Hewlêr (Rûdaw) - Duh bi şev li Parîsê agir bi dêra dîrokî ya Notre Dame Cathedral ket û tevî hemû hewldanên tîmên agirvemirandinê beşeke mezin ji wê bînaya dîrokî di bûyerê de şewitî.
Tîmên taybet ên agirvemirandinê bi zêdetir ji 400 karmendên xwe hewl dan ku di demeke zû de agir kontrol bikin û nehêlin zirareke mezin bigihe dêra Notre Dame Cathedral lê belê di hewldanên xwe de serkevtî nebûn û beşeke mezin ji wê şûnwarê dîrokî di wê bûyera şewatê de şewitî.
Ji ber şewatê birca dêrê bi temamî herrifî û ket xwarê.
Heta niha sedema derketina agir nehatiye zanîn, lê Polîsê Parîsê têkildarî bûyerê dest bi lêkolînan kiriye. Berpirsên Fransayê ragihandine, dibe ku bûyera agirpêketina li dêra Norte Dame Cathedral a Parîsê pêwendî bi nûjenkirina beşeke dêrê hebe.
Serokê Fransayê, Emmanuel Macron ku li cihê bûyerê amade bûbû, ragihand: “Weke hemûyan, ez jî dilgiranim bi şewitîna vê beşa ji me.” Macron ji bo şopandina rewşê, axavtina xwe ya heftane betal kir ku biryar bû şevê li televîzyona Fransayê bê weşandin.
Berdevkê dêra Notre Dame Cathedral jî ragihandiye, beşeke mezin ji bînaya dêrê şewitiye ku gelek belgename û destnivîsên dîrokî têde bûn.
Dêra Notre Dame Cathedral a Parîsê ku dîroka wê vedigere bo zêdetir ji 850 sal berê û yek ji şûnwarên dîrokî yên herî navdar li Fransayê û cîhanê ye. Ew bînaya dîrokî di sala 1163 zayînî de hatiye avakirin.
Her sal derdora 13 miliyon geştyaran bo dîtina wê dêra dîrokî serdana Fransayê dikin.
Nivîskarê navdarê Fransî, Victor Hugo jî di pirtûka xwe ya bi navê The Hunchback Of Notre Dame de behsa wê dêra dîrokî dike.
Pirtûka The Hunchback Of Notre Dame a Hugo, di 14 Kanûna 1831 de hatiye belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse