Mesrûr Barzanî û Cewad Zerîf civiyan

16-02-2019
RÛDAW
Mesrûr Barzanî û  Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf li Munichê civiyan
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf li Munichê civiyan
Nîşan Mesrûr Barzanî Cewad Zerîf Kurdistan Îran
A+ A-

Munich (Rûdaw) – Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Almanyayê bajarê Munichê li gel Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf civiya.

 

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed  Cewad Zerîf civiyan û çend mijar gotûbêj kirin.

 

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî bidawîhatina civînê ji Rûdawê re ragihand, ku ew dixwazin pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê pêşde bixin û derbarê civîna ligel şanda Herêma Kurdistanê de jî got ku di civînê de pirsên navçeyê û bi taybetî Sûriyê gotubêj kirin.

 

 

 

Herwiha Mesrûr Barzanî li gel Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen civiya.

 

Di roja duyem a civînên Konferansa Asayişê ya Munichê de Mesrûr Barzanî û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen li Munichê civiyan.

 

Mesrûr Barzanî îro li gel beşek ji parlementerên Almanyayê civîn pêk anîn.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst