Çend welatên Ewropayê vîzeyê didin bijîşk û hemşîreyan

15-06-2024
RÛDAW
Hinek welatên Ewropayê vîzeyê didin bijîşk û hemşîreyan / Wêne: Arşîv
Hinek welatên Ewropayê vîzeyê didin bijîşk û hemşîreyan / Wêne: Arşîv
Nîşan Vîze Bijîşk Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatên Ewropî dayîna vîzeyan ji doktoran re hêsantir dikin.

Gelek sal in ku kêşeya kêmbûna bijîşk û karmendên tenduristiyê li Almanyayê û hin welatên Ewropayî yên din heye.

Loma Almanya hemû rêyan diceribîne ji bo ku vê valahiyê bi koçberan û destê kar ê biyanî dagire.

Li gorî amarên fermî, welatînameya Almanî ya ji sedî 12ê bijîşkên Almanyayê nîne.

 Ango yek ji 8ê hemî doktorên Almanyayê koçber in û hejmara wan 62 hezar e.

Niha welatên din ên Ewropayê jî heman pirsgirêka wan heye û hatina bijîşk û karmendên tenduristiyê hêsan dikin.

Swîsre, Awisturya, Danîmarka, Norweç û Îrlanda ew welat in ku dixwazin wek Almanyayê bikin û asankariyê bikin.

Dema ku em behsa bijîşk û karmendên tenduristiyê dikin, mebesta me doktor û pisporên din ên wekî fîzototerapî, hemşîreyên pispor, pîrik û dermansaz in jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst