Xelkê Rojavayê Kurdistanê yê li dûrî şer jî ne aram e

14-10-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Malbateke ji Kobaniyê ya ku li Almanyayê dijî
Malbateke ji Kobaniyê ya ku li Almanyayê dijî
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Almanya Dronên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê, nahêle koçberên Kurd li derveyî welêt û dûrî şer jî kêfxweş bibin.

Mistefa û hevjîna wî Newrozê ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ne û li Almanyayê dimînin.

Ew rojane bi rêya înternetê bi mirovên xwe yên li Kobaniyê şorê dikin daku agahdarî rewşa wan bibin.

Li penageheke aram, dilê wan dişewite. Ew xelkê Kobaniyê ne û li Almanyayê dijîn lê dilên wan bi cih û war û xizmên xwe re ne.

Mistefa û hevjîna xwe Newrozê her roj telefonî xizmên xwe dikin lê carinan qutbûna elektrîk û înternetê wê pira di navbera wan û xizmên wan de jî ji holê radike.

Mistefa Şerîf li ser rewşa xizmên xwe got:

“Em 8 sal in li vir in, ji ber ku Tirkiye roj bi roj, meh bi meh topan diteqîne em her tim di nava vê tirs û xofê de ne.

Em carinan rojê 2 caran telefon dikin, ew çiqas li wir ne aram bin, em jî li vir ne aram in. Daxwaza ew e ku ev tişt bisekine.

Amerîka, Yekîtiya Ewropayê yan jî Almanya divê tiştekî ji Tirkiyeyê re bêje û xelk ji Rojava koç neke.”

“Kes nemaye, hemû derdikevin”

Koçer Şerîfê ku ji Kobaniyê bi telefonê bi xizmên xwe re axivî jî anî ziman:

“Milet dixwaze balafir bisekinin, bajar vala bûye. Kes nemaye, hemû derdikevin. Derûniya milet ne aram e.”

Êriş û gefên Tirkiyeyê yên berdewam, metirsiya operasyoneke berfireh a Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê dê wêrankirineke nû bi xwe re bîne.

“Kal û pîrên me li wir hene, ditirsin”

Newroza hevjîna Mistefa jî li ser rewşa Kobaniyê û xizmên xwe got:

“Zordarî li ser xelkê heye, kal û pîrên me li wir hene, dema ku dengê top, bombebaran û balafiran tê ew pir ditirsin. ”

Mistefa û malbata xwe ya heft kesî, 8 sal in li Almanyayê ne.

Jiyana wan li vir hat guhertin lê herçiqas DAIŞ bi dawî hatibe jî rewşa Rojavayê Kurdistanê neguheriyaye.

Dijayetiya Tirkiyeyê ya li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bêîstîqrariyeke siyasî, serbazî û aboriyê ya nû bi ser Rojavayê Kurdistanê de disepîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst