Kurdên li derveyî welat berê xwe didin partiyên nijadperest

14-06-2017
RÛDAW
Nîşan Swêd Brîtanya Partiyên Rastgir Hilbijartin
A+ A-

Stokholm (Rûdaw) – Di Parlamentoya Swêdê 6 kurd û di encûmenên bajêr ên vî welatî de jî 11 kurd endamên partiyên çepgir in. Lê ev pêwendiya germ a kurdan a ligel partiyên çepgir ber bi guhertinê ve diçe. Niha hinak ji wan, bi taybetî jî nifşên nû, berê xwe didin partiyên rastgir û nijadperest. Heman rewş di encama hilbijartinên Brîtanyayê û Fînlandiyayê de derket.

 

Kurdekî nîştecihê Swêdê dibêje: “Ji ber hevsoziya ligel swêdiyan bûme alîgirê partiyên rastgir.”

 

Amarên balkêş


Swêd xwe ji bo hilbijartinên sala 2018ê amade dike. Li gorî anketan di nav biyanî û koçberên vî welatî de alîgiriya partiyên rastgir zêde dibe.

 

Amar wisa nîşan didin, ku biyaniyên Swêdê, wate ew kesên bi rêgez ne swêdî ne, dengê xwe didin partiyên nijadperest û bi eşkere dijitiya biyaniyan dikin.

 

Çavdêrên siyasî pêşbînî dikin, ku Partiya Swêdiyên Demokrat, ku partiyekî nijadperest e, di hilbijartinên pêş de bibe duyemîn partiya Swêdê.

 

Lêkolerê siyasî û endamê Partiya Sosyal Demokratên Swêdê Nîkla Ulvayos dibêje: “Eger penaberek dengê xwe bide Partiya Swêdiyên Demorat, ku bi awayekî eşkere ev partî li dijî koçber û biyaniyan e, sernizmî û bê şermî ye.”

 

Hefteya derbasbûyî Saziya Amerên Swêdê (SCB) amarên herî dawîn ên asta pirştgiriya partiyên vî welatî eşkere kir. Li gorî van amaran, di 3 salên derbasbûyî de rêjeya piştgiriya ji bo Partiya Swêdiyên Demokrat, di nav jinan de ji sedî 10.3 û di nav zilaman de jî ji sedî 15.4 zêde bûye.

 

Lêkolerê siyasî û endamê Partiya Sosyal Demokratên Swêdê Ulvayos dibêje: “Vê amarê em şok kirin.”

 

Niha li Swêdê Partiya Sosyal Demokratan bi rêjeya ji sedî 42.7, partiya yeklem e.

 

Ciwanên kurd alîgirên rastgiran in

Di nav biyaniyên Swêdê yên alîgirên Partiya Swêdiyên demokrat de kurdên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî hene.

 

Hûmayûn Mihemedî ciwanekî Mahabadî ye û zêdetirî 16 sal in li Swêdê dijî. Hûmayûn ji Rûdawê re diyar dike: “Partiya Swêdiyên Demokrat tenê di bernemaye xwe de rastgo ne û bo min jî rastgo pêwîst in.”

 

Karzan Qadir kurdekî din e, ku nîştecihê Stokholmê ye û xwedekarê zanîngehê ye, di anketê de dengê xwe daye Partiya Swêdiyên Demokrat.

 

Karzan Qadir, ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye, dibêje: “Ewropa di bin gefa kesên tundrew û rêxistinên cîhadî de ye. Mixabin, ev yek ji ber koçberan derketiye holê. Têkçûna Ewropayê ne di berjewedniya ti kesî de ye. Li Swêdê di vê derbarê de tenê Partiya Swêdiyên Demokratîk, xwedan bernameyeke rast e.”

 

Karzan Qadir dide xuyakirin ku ew bixwe çepgir e lê deng dide partiyeke rastgir û sdedema wê jî wiha rave dike: “Em tenê bi rêya van partiyan dikarin xwe nîşan bidin û biselmînin, ku li dijî teror û tundrewiyê ne. Ji ber hevsoziya ligel swêdiyan bûme alîgirê partiyên rastgir.”

 

Heman rewş li Brîtanyayê jî heye

 

Nêzîkbûna biyanî û koçberan a ji bo partiyên rastgir li Ewropayê bûye diyardeyek. Vê yekê di hilbijartinên Parlamentoya Brîtanyayê yên hefteya derbasbûyî de reng da. Li Fînlanyayê gihişte astekî wisa ku kurd bibin endamên partiyên rastgir. Di hilbijartinên pêş ên Swêdê de, heman rewş tê pêşbînîkirin.

 

Kurdê bi navê Serhed Sacîd, hefteya derbasbûyî beşdarî hilbijartinên Brîtanyayê bû û dengê xwe da partiyên rastgir.

 

Serhed dibêje: “Ji bo nehiştina tundrewiyê min dengê xwe da partiya rastgir. Bi nêrîna min ew partiyên çepgir ên behsa mirovdostî û karkeriyê dikin, bazirganiyê bi dengê kesên hêjar dikin. Armanca wan tevlîhevkirina rewşa navxwe ya welat e û ev jî ne di berjweendiya ti aliyan de ye.”  

 

Serhed xelkê Başûrê Kurdistanê ye û ev 25 sal e li Brîtanyayê dijî û diyar dike: “Em kurd qurbanê destê teror û tundrewiyê ne, lewma pir giring e em iştgirî bidin partiyên rastgir û parêzgaran. Kurdan gelek şerê terorê kirin lê li cem partiyên çepgir hê jî nirxê Filistînê zêdetir e.”

 

Lê Piştîwan Ehmed, ku ciwanekî çalakvan e, rexne li vê helwesta koçberan digre û dibêje: “Dengana partiyên rastgir herweke li hember hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştgirîkirina DAIŞê ye.”

 

Anter Yaşa kurdekî nîştecihê paytexta Fînlandiya Helsînkî ye û di hilbijartinên encûmena şaredariyên Fînlandiyayê de ji lîsteya partiyekî rastgir bibû namzet. Lê nehate hilbijartin.

 

Yaşa beriya niha ji Rûdawê re gotibû: “Tenê partiyên rastgir li ewropayê dijitiya îslama cîhadî ya bername û acendayên siyasî yên welatên Kendavê dikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst