Mesrûr Barzanî: Em hevra bûn ku divê hêzên Amerîkayê li navçeyê bimînin

14-02-2020
-
-
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê di Konferansa Asayişê ya Munchenê li Almanyayê kom bû û ragihand, "Em li gel Pompeo hevra bûn ku pêwîst e hêzên Amerîkayê li navçeyê bimînin."

Mesrûr Barzanî di Konferansa Asayişê ya Munchenê de li Almanyayê li gel Mike Pompeo kom bû û piştî civîna, di twîtekê de derbarê naveroka wê civînê de amaje bi wê kir, “Em li gel Pompeo hevra bûn ku hêzên Amerîkayê pêwîst e li navçeyê bimînin. Amerîkaya hevpeyamana me beşeke girîng e di hevpeymaniya navdewletî di têkbirina DAIŞê de bi yekcarî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “di kombûnê de dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê û girîngîpêdana peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de taybetî di warê aborî û hemahengiya zêdetir bo rûbirûbûna terorê hatin gotûbêjkirin.”

Hatiye belavkirin, “Tekezî li ser girîngiya seqamgiriya rewşa Iraqê û mayîna berdewam  a hêzên Amerîkayê weke beşek ji hevpeyaman dije teror û rola girîng a Herêma Kurdistanê li navçeyê hat kirin.”

Herwiya hatiye gotin, “Her di vê kombûnê de, guftugo derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir ku pêwîst e di her guhertin û pêşhatekê de, pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê parastî be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst