Trump dorpêç xiste ser Supaya Pasdaran a Îranê

13-10-2017
Rûdaw
Nîşan Amerîka Donald Trump Îran Rêkevtina etomî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump siyaseta xwe ya li ser rêkevtina etomî ya li gel Îranê aşkere kir û ragihand, ew dê rêkevtina etomî bo pêdeçûnê bişînin Kongrêsê û tekez kir, eger ku Kongrês li ser pêdeçûna rêkevtina etomî negihîje ti encaman, dê rêkevtina etomî bi dawî bibe.

 

Serokê Amerîka Donald Trump îşev Înê 13ê Cotmehê derbarê rêkevtina etomî ya li gel Îranê gotara xwe pêşkêş kir û stratejiya nû ya Waşingtonê li hember Tehran aşkere kir.

 

Donald Trump hikûmeta Îranê weke rejîma serkêş bi nav kir û ragihand, ku Îran li gorî rêkevtina etomî kar nake û rêkevtinê binpê dike.

 

Trump rêkevtina etomî ya li gel Îranê bi xirabtirîn rêkevtin bi nav kir û da xuyakirin, ku bi wê rêkevtinê cardin aboriya şikestî ya Îanê can girt.

 

Serokê Amerîkayê diyar kir, ku wî biryar daye ku pabendbûna Îranê bi êrkevtina etomî piştrast neke.

 

Donald Trump got, ew dê pêdeçûna rêkevtina etomî bişînin Kongrêsê û dê di Kongrêsê de pêdeçûn li ser rêkevtina etomî were kirin. Trump tekez jî kir, eger Kongrês li ser pêdeçûna rêkevtina etomî negihîje ti encaman, dê rêkevtina etomî bi dawî bibe.


Turmp herwiha destnîşan kir, ku ew dê dorpêçên zêdetir bixin ser Îranê û dê Supaya Pasdaran jî dê bixin lîsteya dorpêçê.


Serokê Amerîkayê herwiha bang li welatên dost û hevpeyman kir, ku bo rûbirûbûna Îranê yek bigirin û diyar kir, bo rûbirûbûna pêngavên têkder ên Îranê û piştevaniya wê li terorîzmê em dê li gel hevbeşên xwe pêngavan bihavêjin.

 


Agahî tên nûkirin….

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst