Amerîka malbatên DAIŞiyan ên li Rojavayê Kurdistanê vedigerîne

13-09-2023
Diyar Kurde
Nîşan Amerîka Rojavayê Kurdistanê Kampên DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew dê welatiyên xwe yên ku di nav DAIŞê de cih girtiye ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerînin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di bersiva pirseke berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Wahingtonê Diyar Kurde de got:

“Ji bo nehiştina pirsgirêkên ewlehiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çareseriya herî li pêş vegerandina welatiyên biyanî ye."

Matthew Miller diyar ku ew welatên din jî han dide ku welatiyên xwe ji kampên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê wergirin.

Matthew Miller da zanîn ku ew dê malbateke 10 kesî û welatiyên din ên Amarîkayê vegerînin lê xebera wan ji hejmara welatiyên Amarîkayê yên li kampan nîne.

“Pêwîst e werin darizandin”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bal kişand li ser welatiyên din ên li kampan dimînin û got:

“Pêwîst e hemû welatên din jî welatiyên xwe yên li van kampan wergirin.

Divê wan kesan bi civakê bidin qezençkirin. Eger pêwîst bike jî divê li kampan an jî navendên desteserkirinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin darizandin.”

Kampa Rojê nêzîkî Herêma Kurdistanê ye û Kampa Holê jî nêzîkî Hesekê ye.

Her du kamp jî ji malbatên DAIŞiyan re hatine avakirin.

Pirsa Diyar Kurde û bersiva Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller wiha ne:

Diyar Kurde: “Hun dê malbateke 10 kesî ya Amarîkayî vegerînin. Di wan kampan de wekî din malbat an jî welatiyên Amarîkayî hene?”

Matthew Miller: “Erê, ji bo wergirtina wê malbatê em dixebitin. Em ji hejmara welatiyên Amarîkayê yên li kampan bêxeber in. Ji bo nehiştina pirsgirêkên ewlehiyê vegerandina welatiyên biyanî ji Kampên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê çareseriya herî li pêş e.”

Li kampên Rojavayê Kurdistanê zêdetir ji 60 hezar kesî hene ku beşeke ji wan malbatên DAIŞiyan ên biyanî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst