Li Moskowê amadekariyên serê salê û Krîsmisê

12-12-2017
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna serê salê, Rûsya jî weke gelek dewletên din mijûlî xemilandina bajaran dibe. Li Moscow çend kompaniyê taybet hene karê xemilandina derdora Kirimlinê dikin.

 

Salane bi boneyê “serê salê” ji bo xemilandina Moskowê zêdetir ji 200 mîlyon dolar tê xerckirin. Paytexta Rûsyayê heta destpêka meha Sibatê bi xemla xwe dilê geştyaran xweş dike.

 

Li Moskowê hem bazareke taybet a Noelê tê avakirin, hem jî darên Noelê têne xemilandin. Bi sedan darên qajê li benda  lambeyên rengareng û pêlîstokên birqok in. Sindoqên tije bi glop û pêlîstokên rengîn hêj ne hatine vekirin.

 

Welatî û geştiyar bi awayekî bêsebrî li benda xemla nû ya Moskowê ne.

 

Şêniya Sîbîryayê Svetlana Nikolayeva ji Rûdawê re wiha got: “Bajêr, bi taybetî bi şev gelek xweşik û ciwan dibe. Ronahî, lambeyîn rengîn...  Wekî her îsal dê gelek mêvan jî werin û ez bawer dikim ku Moskow dê bi xweşa her kesî bê.”

 

Xemla Moskowê ya ji bo Noelê her sal bi şêwazeke cuda tê dîzaynkirin. Îsal, li gor projeya şaredariyê li ber Kremlînê dê dîmeneke ferazî ya daristana Taygayê ya Sîbîryayê  bê çêkirin. Û dema ku darên qaj, glopên birqok,  ronahî û berfê sipî bigihêjin hev, dê dîmeneke zivistana çîrokî derkeve holê.

 

Her sal bi sedan hezar geştiyarên biyanî û welatiyên Rûsyayê yên ji herêmên cuda serê salê li Meydana Sor pêşwazî dikin.  Lewma jî rêveberiya bajêr hewil dide ku Noela Moskowê bi întîbayeke hîn cudatir û hîn xweştir di bîra geştiyaran de bimîne.

 

Şêniya bajarê Samarayê Anastasıya Kuzntsova jî got: “"Ez taze hatim Mydana Sor û dixwazim avhewaya cejna Serê Salê hest bikim û ez pê bawerim ku ezê dê hest bikim. Ji ber ku ew êdî niha ve her tişt xweş xuya dike. Gelek dekorasyon hene û li xweşa min diçin. Ez êdî hest dikim ku Cejna Noelê nêzîk e. Ez pir  hez ji Noelê dikim û lewma jî dilê min pir şa ye "

 

Ji bo welatiyên Rûsyayê sembolên sereke yên cejna Serê Salê; dara Noelê ya xemilandî, berf û seqemeke hişkesayî ne.  Lemwa jî her kes ji ber derengîketina barîna berfê dilgiran in.

 

Welatiya bi navê Mariya Nesterova jî wiha axivî: “Ez dixwazim di zûtirîn dem de dara Noelê bibînim, ji ber ku bi nêrîna min, ew ya herî serekê ye.  Herweha dixwazim berfekî bi kuliyên gir bibare, da ku em tam bikevin avhewaya Noelê."

 

Hema mirov dikare bibêje berf jî li benda sîparîşê bû, dilê welatiyan neşikand û destpê kir.


Bê guman, hîn navendên bazirganî ji bo rakişandina mişteriyên zêdetir, dora avahiyên xwe ji zû de xemilandine.

 

Salane bi boneyê serê salê ji bo xemilandina Moskowê zêdetir ji 200 mîlyon dolar tê xerckirin.  Û paytexta Rûsyayê ta destpêka meha Sibatê bi xwemla xwe ya teysok ve dilê geştiyaran xweş dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst