Zaxarova bo Rûdawê: Em ji nêz ve çavdêriya rewşa Kurdên li Sûriyê dikin

11-01-2019
RÛDAW
Nîşan Rûsya Sûriye Kurd Zaxarova
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, ku weke beşeke ji seqamgîriya Sûriyê, ew ji nêz ve çavdêriya rewşa Kurdên Sûriyê dikin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Xalid Husên li Moskowê di civîna çapemeniyê ya Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova de pirsyarek kir ku hinek zanyariyên diyarkirî hene derbarê gotûbêjên navbera Şam û Kurdên Sûriyê de û gelo Rûsya dê di van danûstandinan de roleke çawa bilîze?

 

Mariya Zaxarova di bersiva Peyamnêrê Rûdawê de got: “Ez berê jî li ser vê mijarê axivîm, hûrgiliyên li ser pirsa Kurd di rewşa Sûriyê de, bêguman rewşa li gel niştecihên Kurd, ji nêzîk ve çavdêriya wan tê kirin, bi wê yekê ku me li wan weke beşeke navxweyî ya mijara seqamgîrkirinê nihêriye, herwiha li wir, ew gotûbêjên navxweyî ku hatine encamdan, peywendiya wan bi berpirsyariya Şamê ve heye, di heman demê de ew helwesta me heye ku nûnerên fermî yên Şamê bi awayekî eşkere li gel we behs kirine.”

 

Piştî ku Amerîkayê biryar da ku ji Sûriyê vekişe, nîgeraniya aliyê Kurd li Rojavayê Kurdistanê çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst