RÛDAW TAYBET – Fîl geştiyaran dikişin Srî Lankayê

09-10-2017
Nasir Elî
Srî Lanka
Srî Lanka
Nîşan Srî Lanka Fîl Park
A+ A-

Srî Lanka (Rûdaw) – Li welatê Srî Lankayê 25 parkên niştimanî hene û li yek ji wan parkan, ku şandiyê Rûdawê serdan kiriye, 86 fîl ji bo geştiyaran kar dikin. Rojane karkerên parka niştimanî wan fîlan dibin ser rûbarekî û dişon, li wê derê bi sedan geştiyar li benda fîlan dimînin ji bo ku lê siwar bibin û bigerin.


Siwarbûna fîlan li welatê Srî Lankayê yek ji xala giring a rakêşana geştyaran e. Li vî welatî nêzîkî 6 hezar fîl ji bo xizmeta geştiyaran tên bikaranîn.

 

Li bajarê Kendîne ya Srî Lankayê, parka nîştîmanî cihê sereke yê geştiyaran e. Hemû rojan 2 demjimêran karmendên parka nîştîmanî ya Kendînê fîlan dibin ser avê û dişon. Kêliyên şoştina fîlan ji bo geştiyaran jî dibe delîve da ku wan bi kom ji nêzîk ve bibînin û wêneyan bigrin.

 

Geştiyar Smel Îwnîk dibêje: “Ez ji Çînê hatime. Ev welat pir ciwan e. Mirov dikare li vî welatî gelek tiştan di nava hev de bibîne. Srî Lanka welatê girnijîn û rûkenan e.”

 

Hinek kes tenê ji bo siwarbûna fîlan bi hezaran kilometer ji dûr ve tên.

 

Rêveberê parka nîştîmanî Mancûla Ciwerdan jî dibêje, di sala 1971ê de tenê 5 fîl li parka wan hebûye lê niha 86 fîlên wan hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst