Li Amerîkayê firoke ket: 5 kes mirin

09-03-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Florida Firoke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li wilayeta Florida ya Amerîkayê, firokeyek kete xwarê û di encama bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

 

Hate ragihandin ku firokeya cotmotor a coreya Piper PA-23-250 Aztec, ji ber sedemek ne diyar îro ketiye nav Gola Okeechobeeyê.

 

Kesên ku ketina firokeyê dîtine, polîs ji bûyerê agahdar dikin û piştre hêzên polîs û tîmên rizgarkirinê xwe digihînin cihê ku firoke lê ketiye.

 

Li gor zanyariyan, di firokeyê de 5 kes hebûne, ku her 5 kes di bûyerê de mirine.

 

Hate zanîn ku firoke, ji Frokexaneya Navdewletî ya Tampayê rabûye û armanc ew bûye ku li Frokexaneya Pahokee dakeve.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst