Joe Biden hişyarî da Îsraîlê: Piraniya kuştiyan ne endamên Hemasê ne

08-03-2024
Nîşan Joe Biden Îsraîl Xeze Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Joe Biden got, “Zêdetir ji 30 hezarî Filistînî hatin kuştin û piraniya wan ne endamên Hemasê bûn.”

Serokê Amerikayê Joe Biden di axaftina xwe ya salane ya Kongreyê de li ser mijarên girîng ên li rojavê axivî.

Joe Biden da zanîn ku dê Amerîka li peravên Xezeyê benderekê ava bike û dê alîkariyên mirovî bi rêya vê benderê bigihin Xezeyê.

Joe Biden amaje pê da ku dê piştî vê benderê rêjeya alîkariyên ku digihin Xezeyê zêde bibe.

“Divê parastina sivîlan li pêşiya her tiştî be”

Serokê Amerîkayê di axaftina xwe de hişyarî da rayadarên Îsraîlê û pê de çû:

“Alîkariyên mirovî nabin mijara bazaran. Divê parastina sivîlan li pêşiya her tiştî be.”

Joe Biden li ser êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşînê got:

“Roja herî bixwîn a Îsraîlê ya piştî Holokostê bû. Mafê Îsraîlê heye ku heta Hemas nemîne pê re şer bike.”

“Bi hezaran jin û zarok hatin kuştin”

Biden careke din hişyarî da Îsraîlê da ku dema bi Hemasê re şer dike sivîlan neke hedef û berdewam kir:

“Hejmara sivîlên ku di vî şerî de hatine kuştin ji hejmara sivîlên ku di hemû şerên berê de hatine kuştin zêdetir e.

Zêdetir ji 30 hezarî Filistînî hatin kuştin û piraniya wan ne endamên Hemasê bûn.

Bi hezaran jin û zarok hatin kuştin, zarok sêwî man.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst