Amerîka: Têra xwe rageşî hene

08-03-2017
RÛDAW
Nîşan Amerîka Minbic El Bab
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Berwext ê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Mark Toner diyar kir ku aliyê rojhilatê El Babê herêmeke pir tevlihev e, ji yekê zêdetir hêz li vê herêmê hene û jixwe têra xwe rageşî hene lewma divê armanca tevahiya hêzan têkbirina DAIŞê be.


Berdevkê Berwext ê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Mark Toner di civîna çapemeniyê ya rojane de derbarê bûyerên Minbicê de axivî.


Mark Toner  got: "Aliyê rojhilatê El Babê herêmeke pir tevlihev e. Ji yekê zêdetir hêz li vê herêmê hene, heke ku mirov eşkere bibêje, nêzîkî hevdu ne. Armanca van hêzan a hevpar jî têkoşîna li dijî DAIŞê ye. Em naxwazin li herêmê alozî çêbibe. Jixwe bi têra xwe rageşî hene. Em ji hemû aliyan re dibêjin ku bila li ser DAIŞ mijûl bibin. Armanca me ya hevpar dê bibe DAIŞ."


Toner li ser pirseke din behsa avakirina cihên nû yên ku Îsraîl li ser axên Filistînê çêdike kir û got ku bi Îsraîlê re hevdîtin dewam dikin.


Toner wiha axivî: "Çêkirina avahiyên nû dibe ku tesîrê li ser aliyan bike. Wezîr Rex Tîllerson ev mijar anîbû rojevê û gotibû ku divê Îsraîl van xebatan bide sekinandin. Em bi Qesra Spî re dixebitin ku ev mijar bê çareserkirin. Niha em ji bo gava xwe ya din biavêjin rewşa xwe ber bi çav re derbas dikin. Ez dikarim bibêjim ku Wezareta Karên Derva di vê pêvajoyê de dixebite." (aa)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst