Navenda Nûçeyan – Di kongreya Partiya Krîstiyan Demokrat a Almanyayê (CDU) de, Angela Merkel ku di heman demê de Şêwirmenda Almanyayê ye, dest ji posta serokatiya partiya xwe berda û Annegret Kramp-Karrenbauer bû seroka nû ya partiya CDU.
Annegret Kramp-Karrenbauer di gera duyem a dengdana hilbijartina serokê/a nû de ji 1001 dengan ku 999 deng dirust bûn, 517 deng bi dest xistin û bû seroka nû ya CDU.
Annegret Kramp-Karrenbauer ku 56 salî ye, piştî Angela Merkel duyemîn jin e ku bûye Seroka Partiya Krîstiyan Demokrat a Almanyayê.
Berî niha Angela Merkel ragihandibû ku xwe ji bo posta serokatiya partiya xwe berbijêr nake, lê heta hilbijartinên bê ku biryar e di sala 2021ê de were encamdan, weke Şêwirmenda Almanyayê dê li ser karê xwe be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse