Almanya helwesta xwe ya li hemberî koçberan tundtir dike

07-11-2023
Zinar Şîno
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, bi serokwezîrên eyaletan re civiya
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, bi serokwezîrên eyaletan re civiya
Nîşan Almanya Koçberî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, bi serokwezîrên eyaletan re civiya û yek pirsgirêkên sereke ya wî welatî koçberiya neqanûnî gotûbêj kir.

Gelek welatên Ewropayê sala 2015an, kontrolên li ser sînorên xwe li hemberî koçberan tund kiribûn lê Serokwezîra Almanyayê Angela Markelê sînorên Almanyayê ji penaberan re vekiribû.

Ev mijar niha bûye pirsgirêka sereke ya wî welatî.

Almanyayê, di navbera salên 2015-2016an de zêdetirî 1,2 milyon penaber û penaxwaz qebûl kir.

Tê payîn ku heta dawiya salê hejmara koçberên diçin Almanyayê 300 hezarî derbas bike.

Hikûmeta ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan û Demokratîk a Azad (FDP) pêk tê, ji ber ku li hemberî zêdebûna hejmara penaberan tedbîr negirtine tên rexnekirin.

Ji bo vê yekê Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, 6ê Mijdarê li avahiya serokwezîriyê ya li Berlînê bi 16 serokwezîrên eyaletan re civiya û siyaseta koçberî û penaberiyê gotûbêj kir.

Civîna Scholz a bi serokwezîrên herêman re 17 demjimêran berdewam kir.

Piştî civînê Scholz bi Serokê Meclîsa Eyaletan û Serokwezîrê Hessenê Boris Rhein (CDU) û Serokwezîrê Saksonya Jêrîn Stephan Weîl (SPD) re derket pêşberî kamerayan.

Dê serlêdan bileztir werin encamdan

Scholz diyar kir ku ew dê ji bo penaberên ku rewşeke wan a taybet nebe û 3 sal in daxwazên wan ên penaberiyê nehatiye qebûlkirin, dê li şûna pere neqd qerteke ku bikarin bi pêwîstiyên xwe dabin bike bide.

Olaf Scholz got, “Dê ji bo sînoran tedbîrên nû bên standin. Bi vê mebestê jî biryar hat dayîn ku serlêdanên penaberan zu bêne encamdan.

Pêdivî bi parastina sînorên derve yên Ewropayê û dabeşkirina koçberan heye. Bê guman ev jî têrê nakin. Divê em vegera penaberên ku nikarin li vir bimînin hêsantir bikin.

Ya herî girîng jî pêwîste em peymanê bi welatên ku koçber jê tên an jî derbas dibin re bikin. Nexasim bi Tirkiyeyê re divê peymana me hebe.”

Tê payîn ku penaber ji welatê sêyem re bên şandin

Li gorî peymana sala 2016an a bi Enqereyê re hatiye kirin, koçberên bi awayekî neqanûnî li ser Tirkiyeyê re derbasî Yûnanistanê bûne, dikarin vegerînin Tirkiyeyê.

Ji bo vê peymanê 6 milyar Euro piştgirî ji Tirkiyeyê hat pêşkêşkirin.

Pêşniyareke din a hikûmetên eyaletên li Almanyayê heye ew jî koçberan ji bo welatên sêyem bişînin an jî li welatên sêyem navendên pêşwaziya koçberan ava  bikin.

Di vê mijarê de lihevkirinek pêk nehatiye lê hat eşkerekirin li ser wê danûstandin berdewam dikin.

Serokwezîrê Hessenê Boris Rhein jî got:

“Hûn dizanin, me di destpêkê de daxwaza lihevhatinê dikir. Herêmên Bavyera, Baden-Wurttemberg, Berlîn, Hessen, Nordrhein-Westfalen, Sachsen, Sachsen-Anhalt û Schleswig-Holstein dev ji peymana lihevkirinê berdan.

Li gorî min ev serkeftinek e. Ji ber ku piraniya mijarên girîng di biryarên hevbeş de cih digirin. Wekî mînak, peymanek li ser welatên sêyemîn an jî peymana şêwrê ya di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de.”

Herwiha di civînê de biryar hat girtin ku serlêdanên koçberên ku endamtiya Yekitiya Ewropayê dixwazin ji nû ve bê nirxandin ka bi Peymana Penaberan a Cenevreyê re hevaheng e an na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst