Rawestandina hinartina petrola Kurdistanê ziyaneke mezin gihandiye kompaniyên Rûsî

07-04-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûsya Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, zirareke mezin bi hin kompaniyên Rûsî ketiye. Cîgirê Serokê Fona Ewlekariya Enerjiya Neteweyî ya Rûsya dibêje, hêj ne diyare, ka di wan projeyan de yên ku kompanyayên me beşdarin, weke Gazpromneft, di maweya rawestana hinardina neftê de, berhemanîna xwe çend kêm kirine.

Di maweya 12 rojan de bi rawestandina hinartina neftê ji Herêma Kurdistanê, ziyanên kompanyayên Rûsî li dora 1 mîlyon bermîl tê texmînkirin.

Pisporê Rûs Igor Yuşkov dibêje, kompanyayên rûsî, ji ber faktorên rojeva navxweyî ya Rûsyayê  nexwazin li ser vê mijarê daxuyaniyê bidin. Lê ew bi riya şîrîkên xwe yên li Kurdistanê pêgehên xwe digihînin hemû aliyan.

Cîgirê Serokê Fona Ewlekariya Enerjiya Neteweyî ya Rûsyayê Îgor Yuşkov “Niha hêj tam diyar nîne, ka di wan projeyan de ku kompanyayên me beşdar in, bo nimûne Gazpromneft, di maweya rawestana hinardina neftê de, berhemanîna xwe çend kêm kirine. Dûr nîne ku ji vir û pê de lûleya neftê  bi tevaya hêza xwe rojane 24 saat bê bikaranîn; jixwe li cîhanê ezmêneke weha heye; û bi wî awayî kompanya dikare ta dawiya salê xwe bigihîne wê qebareyê ku  kêm hatiye hinartin. ”

Roja sêşemê Hewlêr û Bexda li ser destpêkirina hinardekirina petrolê bi lûleya Kerkûk-Ceyhan li hev kirin û Rêkeftinek hat  îmzekirin.

Bi nêrîna jêderên Rûs, eger demên pêş de jî nakokî derbikevin, yekane rêbaz her dîplomasî be, lewre berjewendiya mezintirîn kompanyayên cîhanê jî tê de heye.

Cîgirê Serokê Enstîtuya Enerjiya Neteweyî ya Rûsyayê Aleksandr Fralov “Kurdistana Îraqê ji hêla berhemanîna neftê vê gavê yek ji herêmên herî bakêş yên cîhanê ye. Lewre, salên borî servetên wê yên binerdî ne hatine deranîn û deranîna bi şêwaza pîşesazî tenê beriya çenda sal an ku 10-15 sal berê destpê bûye. Ev yek dihêleke kompanyayên Rojavayî, hem jî yên Rûsyayê, berê xwe bidin Kurdistanê. Û lewma jî îro her nakokiyeke di navbeyna Kurdistan û hikumeta navendî ya Îraqê de derbikevin, ewê di serî de bi riyên dîmplomasiyê bêne çareserkirin û bê guman bi amadebûna mezintirîn kompnyayên neftê, yên mîna Gazpromneft jî di nav de.”

Mezintirîn kompanyayên rûsî yên mîna Rosneft ê GazpromNeft Li Kurdistanê di çendîn kêlgehan de kar dikin. Di hin projeyan de para wan 80%, li hinên din jî 40% ye. Gapprom her weha di lûleya Kerkûk-Ceyhanê de xwedî beşekî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst