Maduro bang li opozisyonê kir: Venezuela aştiyê dixwaze

06-07-2019
Loloxan
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro
Nîşan Nicolas Maduro Venezuela
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Venezuelayê kirîza siyasî berdewam e, herwiha helkeftên niştîmanî jî ji bo daxwazên siyasî tên bikar anîn.

 

Roja 5ê Tîrmehê, Roja Serxwebûna Venezuelayê helkeftek niştîmanî ye. Di salvegera îsal de, bi amadebûna Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro pêşandanek leşkerî berfireh li Karakasa paytext hat kirin. Maduro gotarek pêşkêş kir, û destxweşî li hêzên çekdar ên welatê xwe kir, behsa bihêzbûna Venezuelayê kir, hevdem daxwaza xwe bo pêkanîna diyalogeke niştimanî dubare kir.

 

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir: “Bes e pîlangêrî, bes e fesadî, bes e xirabî, bes e plandanîn bo nearamî û zerargihandinê bi xelkê Venezuelayê . Bes daxwaza destwerdana leşkerî û şer bikin. Bes daxwaza dorpêçê û cezayê bikin. Venezuela daxwaza aştiyê û kar dike, ji ber vê yekê jî , ez daxwaza xwe ji bo diyalogek niştimanî dubare dikim.”

 

Lê wek ku çawa Maduro li ser desthilatê pêdagir e, opozisyon jî li ser nerazîbûnê pêdagir e. Xuwan Guaydo, rêberê opozisyona Venezuelayê, ku xwe wek serokê demkî yê welat daye nasandin, û çend welatan jî îtîraf pê kiriye, di roja serxwebûnê de ragihand, ku wan ti kêliyekê jê venegeryane, û got jî pêwîst e serxwebûn careke din li Venezuelayê vegere.

 

Rêberê Opozisyona Venezuelayê Xuwan Guaydo got: “Tevî wan derd û êşên kûr, ku me Venezueliyan ji dest êşkencedanê, kuştinê, serkutkirinê û zindanîkirina siyasî dîtiye, em yek kêlîkê jî ji ya xwe venegeriyane. Îro di 5ê Tîrmehê de, roja serxwebûna me, em dizanin ku pêwîst e wê vegerînin, û carek din bê ti guman ew yek pêk tê.”

 

Ji ber kirîzên siyasî û mirovî yên Venezuelayê, zêdeyî 4 milyon kes Venezuela bicîh hiştin, hevdem kirîza kêmxwarinê, derman û bilindbûna bihayan li wî welatî her berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst