Xelkê Venezuelayê ji ber maran bêzar bûye

07-08-2023
Loloxan
Xelkê Venezuelayê ji maran bêzar bûye
Xelkê Venezuelayê ji maran bêzar bûye
Nîşan Venezuela Mar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Venezuelayê salane nêzîkî 10 hezar kes ji ber pêvedana maran jehrî dibin û 60 ji wan dimirin.

Rêxistina Vivariumê li bajar û bajarokên Venezuelayê bi hişyariya di warê çareseriya pêvedana maran û çêkirina toreke bijîşkî de dixwaze wê hejmarê kêm bike.

Serokê Rêxistina Vivariumê Alexander Puerta got, “Armanca me ya serekî ew e ku em bibin beşeke çareseriyê, ne beşeke pirsgirêkê. Herwiha ji bo xelk karibe di demeke kurt de li dijî jehrê çareseriyê wergire.”

Li Venezuelayê 200 corên maran hene

Li Venezuelayê 200 corên maran hene ku jehra ji sedî 20ê wan kujer e lewma ew welat ji ber pêvedana maran di rêzbenda 10 welatên serî yên cîhanê de ye.

Kirîna dermanên ji bo çareserkirina jehrîbûna pêvedana maran herî kêm bi 100 dolarî ye.  

Li Venezuelayê mûçeyê herî kêm ê mehane 4,5 dolar in.

Salane mar bi 5 milyon û 400 hezar kesan vedidin

Lêkolerê Peymangeha Bijîşkiyê ya Tropicalê Luis Fernando li ser rêjeya pêvedana maran a li Venezuela û Brezîlyayê got:

“Eger em wek rûber bidine ber hev di pêvedana maran de Venezuela dibe yekem welat. Ji ber ku rûberê me nêzîkî milyonek kilometre çargoşe ye û nêzîkî deh hezar pêvedanên maran li ba me hebûne.

Brezîlya nîvê parzemînê ye û tenê 23 hezar pêvedanên maran lê hatine tomarkirin.”

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî dibêje, salane li cîhanê mar bi 5 milyon û 400 hezar kesan vedidin ku di encamê de 80 heta 130 hezar kes dimirin û piraniya wan jî li Asya, Efrîqa û Amerîkaya Latîn in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst