Qedrî Cemîl: Federasyon ji bo Sûriyê metirsî ye

05-12-2019
RÛDAW
Qedrî Cemîl gotûbêjên Komîteya Destûra Sûriyê şirove kir
Qedrî Cemîl gotûbêjên Komîteya Destûra Sûriyê şirove kir
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Serokê Platforma Moskow a opopzîsyona Sûrî, Qedrî Cemîl li Moskowê bangawazî kir, ku bila  Komîteya Destûrî ya Sûrî karê xwe êdî li Şamê, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de  bidomîne. Qedrî Cemîl herwiha got: "Federasyon ji bo Sûriyê metirsî ye"

Bi nêrîna Qedrî Cemîl,berpirsiyariya bê encammana duyemîn civîna Komîteya Destûrî ya li Cenevê,dikeve ser stuyê hikumeta Şamê û hin aliyên opozîsyonê, ku xwestin rojeva civînê biguherînin û da zanîn, ku divê nûnertiya kurdan jî di Komîteya Destûrî de bê zêdekirin.

Derbarê mijarê de Serokê Platforma Moskow a Opozîsyona Sûrî Qedrî Cemîl ji Rûdawê re got: “Hemû hêzên siyasî yên bakûr û rojhilatê Sûrî, divê di Komîteya Destûrî de bênetemsîlkirin. Lê pirsgirêka kurdî li Sûrî, pirsgirêkakulturî û hevwelatîbûnê ne, ku berê tunebûn. Federasyon ji bo Sûriyêmetirsî ye, ji ber rê li ber parçebûnê vedike. Eger em mafên kulturî û  hevwelatîtiyê di Destûrê de biçespînin, em dê pirsgirêka Kurdan li Sûrî jî çareser bikin."

Xwezayî ye ku nêrîna Platforma Moskow a opozîsyona Sûrî, nikare ji nêrîna Kremlînê cudatir be. Ji xwe Mosokow jî, bi berdewamî di mijara maf û statuya Rojavayê Kurdistanê de topê davêje ber piyên Şamê.

Şarezayê karûbarên Sûriyê, karmendê Enstîtuya Rojhilatrzanî ya Rûsyayê professor Borîs Dolgovjî got: “Eger Kurd bi Şamê re li ser maf û daxwazên xwe yên otonomiyê lihevbikin û Şam jî garantiyê bide û hin belgeyan jî îmze bike, dê demê  pirsgirêk namîne. Û bê guman, tenê wê demê, Rûsya dikare rola garantoriya mafê kurdan hilgire ser stuyê xwe."

Moskow, her tim, damezrandina Komîteya Destûrî ya Sûrî, weke serkeftina siyaseta xwe li Sûrî nîşan dida.Lê li gor nêrîna jêderên nêzîkî Kremlînê, damezrîna Komîteya Destûrî ji bo Moskow, tenê amrazek e, ji bo bidestxistina demê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst