Washington (Rûdaw) - Peyamnêrê Rûdawê ragihand, ku berpirsekî payebilind ê ji Wezareta Derve ya Amerîkayê di konferanseke telefonî de ji medyayê re diyar kir, ku Iraq jî ji cezayên Amerîka yên li ser Îranê hatiye efûkirin.
Nûnerê taybet ê Amerîka bo karûbarên Îranê Brian Hook ji medyayê re ragihand: “Iraq ji cezayên Amerîka yên li ser Îranê hatiye efûkirin.”
Brian Hook diyar kir, ku Iraqê xeta petrola Kerkûkê vekiriye, ev jî dê bibe qerebûyeke bo nebûna petrola Îranê di bazaran de, ku 200 hezar bermîl jê dihat dayîn û got: “Iraq li gel me kar kiriye li ser kêmkirina karîgeriya Îranê û vekirina xeta petrola Kerkûkê, ku ev jî wateya zêdebûna 200 hezar bermîl petrolê.”
Roja duşemê (05-11-2018) Washingtonê destpêkirina qonaxa duyem a cezayên welatê xwe li ser Îranê ragihand, ku welatên wek Çîn, Tirkiye, Iraq, Hîndistan, Îtalya, Yûnanistan, Japon, Koreya Başûr û Tayvan ji cezayên Amerîka yên li ser Îranê hatine efûkirin, ku piraniya wan kiryarên sereke yên petrola Îranê ne.
Cezayên nû yên Amerîkayê sektora petrolê û bankayên Îranê li xwe digire lê 9 welatên hatine efûkirin, dikarin petrola Îranê bi şêweyekî demkî bikirin, ku tenê heta 6 mehan berdewam dike 3u yek ji mercên wan ew e ku bi dolar nekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse