Moskow (Rûdaw) - Kremlîn dîsa bûye navnîşana bangawaziyan ji aliya dewltên bîyanî, da ku ji bo parastina agirbestê li Îdlîbê divê Rûsya karîgeriya xwe ya li Sûrî bikar bîne.Mijara gotinê ew agirbst e, ku hikumeta Sûrî di çarçoveya 13mîn hevdîtinên proseya Astanê de ragihandibû. Herweha di Astanayê de pirsa komîteya destûra Sûriyê jî hate gutûbêjkirin û dîplomatekî rûs ji Rûdawê re ragihand, ku bê beşdarbûna Kurdan di wê komîteyê de, pirsa destûr nayê çareserkirin.
24 demijmêr di ser civînên Astanayê re derbas nebûn û agirbesta şer bidawî hat. Niha şer li Îdlibê careke din destpê kiriye.
Beşdarên Mêzê Gilover bi aşkere amaje pê dikin, ku armanca Şamê ya bi ragihandina agirbestê tenê ew bû ku li Nûr Sûltanê xwe weke layengirê diyalogê nîşan bide.
Derbarê mijarê de pisporê serbazî Vladîmîr Yevseyev ji Rûdawê got: "Di mercên agirbestê de hatibû ragihandin ku divê çekên giran ji Naçveya Aram 20 kîlometreyan bêne bi dûrxistin. Herwiha Şam rijd e ku divê îslamîstên tundrew bi tevayî ji wê navçeyê derkevin. Dema ku îslamîstên tundrew van mercan pêk naynin, artêşa Sûrî jî dest bi êrîşan dike."
Herî zêde gumana şarezayên rûs li ser Komîteya Destûrî ye, ku divê di demkî nêz de were ragihandin. Lewre, bi nêrîna wan, ewê dê li ser kaxizê bimîne, û sedem jî, bidûrxistina kurdan ji proseya Destûrî ye.
Dîplomatê Rûsî Andrey Baklanov jî dibêje: “" Komîte bi xwe, pirsa destûrê çareser nake. Ji ber ku pirsgirêka Kurdan û kêmneteweyên din hene. Tenê beşdariya Kurdan bi awayekî maqûl di proseya nivîsîna Destûrê de, ku ew pê razî bibin, dikare serkeftinê dabîn bike."
Şareza, israra Tirkiyeyê ji bo damezrandina herêmeke ewle li Rojavayê Kurdistanê, dijî ruhê Astanayê dibînin û di vê mijarê de, rola Amerîka û Rûsyayê giring dibînin.
Sarezayê peywendiyên navneteweyî Îkbal Durre jî wiha axivî: "Erdogan bi ti awayi bêyî rezamendiya Amerîkayê, artêşa xwe dê nexe wê herêmê. Her çi Rûsyaye, bê guman, Moskow kontrolkirina Rojhilata Firatê ji aliya Tirkiyeyê ve, ji kontrolkirina Amerîka û kurdan çêtir dibîne."
14mîn kombûna bi formata Astanê, bo meha Mijdarê hatiye destnîşankirin. Lê, bi nêrîna şarezeyan, dîroka rastîn a wan hevdîtinan, dê guherînên hevsengiya serbazî ya li Sûrî diyar bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse