Xwîşka Kim Jong-Un: Bi çekên etomî em dê Koreya Başûr li ser nexşeyê jê bibin

05-04-2022
RÛDAW
Nîşan Koreya Bakur Kim Jong-Un
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xwîşka Serokê Koreya Bakur Kim Yo Jong ragihand, Koreya Başûr ji ber daxûyaniya bê hed ya Wezîrê Berevaniyê dibe ku li rastî gefeke cidî were.

Wezîrê Berevaniyê ya Koreya Başûr Suh Wook roja 1ê Nîsanê ji çapemeniyê re gotibû, heger niyeta Koreya Bakur heye bi fuzeyê êrîşî wan bike, ew amade ne bersivê bidin.

Suh Wook destnîşan kir ku ew xwediyê wê kapasîteyê ne ku “li Koreya Bakur bi lez û rast êrîşî her hedefekê bikin.”

Xwîşka Serokê Koreya Bakur û Seroka Daîreya Propaganda û Ajîtasyonê Kim Yo Jong, Wezîrê Berevaniyê ya Koreya Başûr Suh Wook wek ‘zilamê pîs û gêj’ bi nav kir û got, “Ji ber daxûyaniyên bê hed ên Wezîrê Berevaniyê, Koreya Başûr wê li rastî gefên cidî were. Heger bixwazin bi me re şer bikin dê hêza me ya nukleerî bê guman erka xwe bîne cîh.”

Kim Yo Jong diyar kir ku ‘erka sereke’ ya hêza wan a etomî rênedan e lê di şerekî de ji bo ji holê rakirina hêzên dijminan dê bêne bikaranîn.

Xwîşka Jong-Un anî ziman û got, “Di encama êrîşeke dijwar de dê hêzên Koreya Başûr li rastî sefaleteke giran werin.”

Kim Yo Jong diyar kir ku, di aliyê leşkerî de Koreya Başûr ne di asta Koreya Bakur de ye.

Rawêjkara birayê xwe

Kim Yo Jong a Xwîşka Serokê Koreya Bakur Jong-Un di meha Îlonê de ji bo saziya herî bilind a wî welatî hate hilbijartin û bû rawêjkara birayê xwe.

Kim Yo Jong di çalakiyan de gelek caran ligel birayê xwe diyar dibe. Ew di heman demê de Seroka Daîreya Propaganda û Ajîtasyonê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst