Dengê lingê şer tê: Bi sedan firoke rabûn!

04-12-2017
RÛDAW
Nîşan Amerîka Koreya Bakûr Manor
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Amerîka û Koreya Başûr dest bi manoreke mezin a serbazî ya esmanî kirin. Bi sedan firokeyên şer ên herdu welatan û herwiha firokeyên F-22 ên raptor û firokeyên spêle yên F-35 jî tevlî manorê dibin.

 

Manora serbazî ya Amerîka û Koreya Başûr, ku manora herî mezin a dîroka herdu welatan e, îro 04-12,2017, dest pê kir.

 

Ji aliyê din ve, rêveberiya Pyongyang ev manor weke “provakasyon” binav kir û hişyariya wê yekê da, ku ev pêngav dikare bibe sedema şerekî nûkleerî.

 

Bi taybetî hêzên hewayî tevlî manorê dibin. Bi sedan firokeyên şer ên amerîkî û koreyî û herwiha nêzîkî 6 firokeyên F-22 ên raptor û 18 firokeyên spêle yên F-35 li esmanên Koreya Başûr difirin.

 

Di çarçoveya manorê de firokeyên B-1B Lancer ên bombebarana giran ên amerîkî, dê seranserê hefteyê li ser nîvgirava Koreyê bifirin.

 

Li gorî ajansa Reutersê nêzîkî 12 hezar leşkerên amerîkî jî di manorê de cîh digrin.

 

Metirsî heye,n ku di dema manorê de Koreya Bakûr jî mûşekeke balîstîk biceribîne, ku ev jî dibe sedema nîgeraniyan.

 

Şêwirmendê Ewlekariya Nîştîmanî yê Koşka Spî HR McMaster hefteya borî ragihandibû, ku egera şerê li gel Koreya Bakûr, her diçe zêdetir dibe.

 

Heftêya borî Koreya Bakûr mûşeka bi navê Hwasong-15 ceribandibû, ku ev mûşek dikare bigihe amancên xwe yên li parzemînên din. Mûşeka Hwasong-15 dikare ji bilindahiya 4 hezar û 475 kîlometre de biçe û herwiha dikare bi berwarî bigihe 13 hezar kîlometreyan. Wate ev m3uşek dikare bigihe Washingtona paytexta Amerîkayê.

 

  (N.S)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst