Rêveberiya Trump: Destpêka Mijdarê vaksîna Coronayê tê dabeşkirin

03-09-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Vaksîna Coronayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor medyaya Amerîkayê, îdareya Trump daxwaz ji hikûmetên xwecihî yên wilayetên Amerîkayê kiriye ku di 1 meha Mijdarê de wate du rojan berî hilbijartinên serokatiya wî welatî, ji bo dabeşkirina vaksîna Coronayê amade bin.

Serokê Navenda Kontrolkirin û Rêgirtin li Nexweşiyan a Amerîkayê, Robert Redfiel di nameyekê de bo hikûmetên xwecihî yên wîlayetan de dibêje, navenda kontrolkirin û rêgirtin li nexsweşiyan bi awayekê bilez daxwaz ji we dike ku lezatiyê di daxwaza bi detsxistina moleta dabeşkirinê de bikin.

Herweha serokê navenda tendirustiyê daxwaz ji hikûmeta wîlayetan kiriye, eger pêwîst be dest ji hinek mercên xwe berdin ku dibin sedema rêgirtin ji destbikarbûna navendên dabeşkirina vaksînê.

Heta niha ti vaksîneke amerîkî bi fermî jibo bikaranînê neketiye ber dest, di demekê de ku du vaksîn li wî welatî di qonaxa sêyem û dawî ya ceribandinê de ne, ku ew jî vaksînên kompanyayên Moderna û Pfizer in.

Rêveberiya Donald Trump piştevaniya darayî pêşkêşî vaksîna Zanîngeha Oxford û Astra Zeneca kiriye ku niha di qonaxa dawî de ye.

Ji xeynî vaksîna Oxford û Astra Zeneca, tenê vaksînên kompaniyên Moderna û Pfizer gihiştine qonaxên sêyem û dawî.

Pêştir aliyên çêkerên wan vaksînan ragihandibûn, berî dawiya îsal yan jî destpêka sala bihê dê vaksîn bê amadekirin.

Gelek berpirsên Demokrat rexne li îdareya Trump digirin, ku nekariye weke pêwîst rê li belavûna vîrusa Coronayê bigire.

Serokê Amerîkayê nêzîkî du heftî berî niha bikaranîna plasmaya xwînê weke çaresereke baş jibo dermankirina nexweşên Coronayê pêşniyar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst