BERLÎN – Erê, jenosîd e!

02-06-2016
RÛDAW
Nîşan Ermenî Jenosîd Almanya Tirkiye Cem ozdemir
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Parlementoya Almanyayê, pêşnûmaya biryara “jenosîda” Ermeniyan ya derbarê bûyerên 1915an de pejirand.

 

Pêşnûmeya bi navê "Bibîranîn û jibîrnekirina jenosîda li ser xiristiyan û ermeniyan" ji aliyê Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU), Partiya Sosyal a Demokratîk (SPD) û Partiya Keskan ve hat pêşkêşkirin, li Parlamentoya Almanya hat qebûlkirin.

 

Di dengdanê de bi tenê yek parlemterê koma CDU/CSUyê li dijî derket û yek jî bêalî ma.


Merkel beşdar nebû

 

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û cîgirê wê û Serokî Giştî yê SPDê Sigmar Gabriel, Wezîrê Karên Derve Steinmier Frank Walter  beşdarî dengdanê nebûn.

 

Piştî vê biyarê “jenosîd” dê weke ders li dibistan û zanîgehên Alamanyayê bêne xwendin.

 

Ozdemir spasî kir

 

Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemir ji bo piştgiriyê spasiya kilîseyên li Almanyayê kir.


Cem Ozdemir herwiha Enver Paşa û Talat Paşa “kujer” bi nav kir.

 

Piştî biryarê, çalakvanên ermenî pankart li ser Dnake (Spas) dinivîsê bilind kirin.

 

Ev bûyer heta niha ji aliyê 27 welatan ve wek "jenosîd" tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst