Li Srî Lankayê rewşa awarte hat îlankirin

02-04-2022
RÛDAW
Nîşan Srî Lanka Rewşa Awarte Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokdewlet Gotabaya Rajapaksa li Srî Lankayê rewşa awarte îlan kir.

Li gor nûçeya Asian News International, rewşa awarte ya Rajapaksa di rojnameya fermî de hat weşandin.

Hate diyarkirin ku di îlankirina rewşa awarte de rewşa heyî ya walet û ewlekariya civakî û parastina kelûpelên xizmetên ji bo jiyanê pêwîst in, li ber çavan werin girtin.

Polîsên Srî Lankayê li eyaleta başûr qedexeya derketina derve jî ragihandine. Biryar e qedexe ji şevê heta 06:00ê sibehê berdewam bike.

Hikûmet xwepêşandan wek çalakiyên terorê bi navdike

Ji bo protestokirina Rajapaksa û polîtîkayên wî yên aboriyê, li Srî Lankayê li nêzî serokatiyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Hikûmetê xwepêşandanan wek "çalakiyên terorê" bi nav kir û ji bo tiştên qewimîn "hêzên tundrev" sûcdar kir.

Di xwepêşandanên ku daxwaza îstifaya Serokkomar dihate kirin de 54 kes hatin binçavkirin.

Di encama pêvçûna polîs û xwepêşanderan de 5 polîs û zêdetir ji 10 kesan birîndar bûn.

Qedexeya derketina derve hatn îlankirin

Xwepêşanderên ku krîza aborî ya welêt protesto dikin, piştî ku qutbûna elektrîka 13 saetan, doh li nêzikî rezîdansa Serok Rajapaksa dest bi civînê kirin.

Polîsan gaz avêtin ser xwepêşandêrên ku sloganên "Dîktator Gota" berz dikirin û banga îstîfakirina Rajapaksa dikirin.

Piştî ku xwepêşandêran êrîşî serokatiya Rajapaksa kirin, li paytext Colomboyê derketina derve hat qedexekirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst