Qadên şemitandinê yên Moskowê cihê geşt û kêfxweşiyê ne

01-12-2017
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Moskow
Moskow
Nîşan Moskow Parka Gorkî Cemed Şemitandin
A+ A-

Moskow (Rûdaw) –  Li Moskowê daxwazeke zêde li ser şemitandina ser cemedê heye û di vê demsala zivistanê de xelkê Moskowê û hejmareke zêde ya geştiyaran serdana parkan dikin da ku xwe bişemitînin.

 

Salane parka Gorkî ya li Moskowê pêşwaziyê li hejmareke zêde ya geştiyaran dike û ew park 20 kîlometre ducar mezin e û 6 hezar kes dikarin bihev re xwe bişemitînin.

 

Îsal barîna berfê derengî dikeve li Moskowê. Lê ev yek ne asteng e li pêşiya kêfxeşiya şemitîna ser cemedê. Lewre ew cîhana çîrokî  bi ti bezm û kêfxeşiya werza zivistanê ve nayê berewirdkirin.

 

Heta rojên kar ji hejmara serdêran li pîsta şemitînê kêmtir nabe. Lewre, li vê derê werziş, lîstok û geşt û gera li parkekî zivistanî bi hev re yekîtîyekî romantîk ava dikin.

 

Hewmelatiyê bi navê Arseniy dibêje: “Heftê 2 heta 3 caran li gorî derfetê ez derdikevin ser cemedê û dema xwe li vê derê biborînim. Ez ne profesyonel im, tenê ji bo xurtkitina rewşa xwe ya fîzîkî bi şemitinê ve mijul dibim.”

 

Li Parka Gorkiyê ya Moskowê qada şemitînê her sal tê vekirin. Lê îsal rûbara pîstê hîn firehtir bûye û gihîştiye nêzî 20 kîlomtre ducar.  Carekî de şeş hezar kes bi hev re dikarin derkevin ser cemedê. Ev der ji bo demborandina evîndaran û malbatên  Moskowê cîhkî bê hempa ye.

 

Marîna ya şêniya Moskowê diyar dike: "Li vê pîstê avhewa gelek ciwan e, şên e û  gelek cotên evîndar li vir kom bûne. Dîmeneke romantîk e û evînbexş e. Ez plan dikim ku bi berdewamî werim vê derê. Ji ber ku dilxwşker û balkêş e!"

 

Bê guman herî zêde zarok pê şa dibin, ne xwe, ji bo wan hatina vê derê vedigere li macerayekî li cîhana cemedê ya fantsatîk û li rastîniyekî paralel. Lewma jî  malbat hewil didin ku demê xwe bi zarokan re, li vê derê biborînin.

 

Hemwelatiyê bi navê Oleg jî dibêje: “Par em gelek mijûl bûn û mixabin, me nekarî ku em werin ser pîstê. Lewma jî em ber xwe diketin. Em gelek hez ji Parka Gorkî dikin. Ya ku bi xweşa me tê ew e, ku her sal nûjeniyên balkêş li vir çêdikin. Pîst bi xwe tê  firehkirin, û bi efektên xweşik tê xemilandin. Bi nêrîna min baştirîn pîstê şemitînê ya Ewrûpayê ev e. "

 

Li Pîstê ji bo kêfxweşî û vehesînê jî hemû derfet hatine dabînkirin. Piştî şemitîneke dûr û dirêj vexwarina fîncaneke qehweya germ, an jî xwegermkirina li ber agir cêjekî xwe ya taybet heye.

 

Şêniya Moskow Yelena dide xuyakirin: “Îsal cara yekê ye ku em tên serdana vê Pîstê. Lê em gelek pê kêfxwş in. Piştî kar em hatine, vaye muzîk jî heye, rohanî... qehwe...  her tişt pir xweş e!” "

 

Yek ji xemlên sereke yê vê pîstê Matrîksa kûpî ye, ku bilindahiya wê ji 10 metrî zêdetir e. Dema mirov ji aliya pîstê  lê dinêre, ew mîna dehlîzeke ronahiyê xuya dike. Tenê ji bo xemilandina vê Matrîksê 15 kîlometre şerîda lambeyên LED hatiye bikaranîn.

 (N.S)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst