Neteweyên Yekbûyî hewl dide alîkariya Kampa Rukban bike

01-11-2018
Loloxan
Pêwîstiya penberan li Kampa Rukban bi alîkariyê heye
Pêwîstiya penberan li Kampa Rukban bi alîkariyê heye
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Kamp Koçber Rukban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî amadebûna xwe bo pêşkêşkirina alîkariyê ji kampa Rukban a koçberên Sûriyê li ser sînorê Urdunê re diyar kir.

 

Di civîneke Encûmena Asayîşa Navdewletî de, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Mirovî Mark Andrew Lowcock  ragihand, ku rewşa niha ya wê kampa li nav Sûriyê nayê qebûlkirin û got: “Li gor çend reportan, ji ber rewşa xerab li nav Kampa Rukban, gelek zarokan jiyana xwe jidest dane.”

 

Li Encûmena Ewlekariya Navdewletî pirsa mirovî ya Kampa Rukban a koçberên Sûriyê li ser sînorê Urdunê hat gotûbêjkirin. Cîgirê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî ser bi Neteweyên Yekbûyî Mark Andrew Lowcock rewşa xerab a ku koçberên kampê tê re derbas dibin bi rêya raporekê anî ziman.

 

Mark Andrew Lowcock  wiha got: “Akinciyên kampa Rukban ji Çileya 2018an ve û heta niha ti alîkarî nedîtine, rewşa wan gelekî xirab e, ji ber rewşa tendirustî ya xirab li kampê rapor berdewam behsa mirina zarokan dikin, ti carî ev rewşa mirovî ya xirab nayê qebûlkirin,. Neteweyên Yekbûyî amade ye karwanê alîkariyê derbasî kampê bike."

 

Ji aliyê xwe ve Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî raporên rexnekirina hikûmeta Sûriyê derbarê rewşa xirab a Kampa Rukaban de red kirin, û grûpên çekdar ên li deverê bi derbasnebûna alîkariyê tohmetbar kirin.

 

Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Ceiferî jî wiha axifî: “Hikûmeta me mixabiniya xwe li ser wan raporan tîne ziman, ew rapor ligor welatên rojavayî hatine nîvisandin, dixwazin alîkariyê li ser sînor pêşkêş bikin, lê ew yek ne di cihê xwe de ye, ji ber ne misoger e. Ew yek bûye wek pêşkêşkirina alîkariyê ji terorîstan re, daku çalakiyên xwe li Sûriyê bikin. Ev çend meh in me dixwest fêdeya vê alîkariyê bizanibin, me ev yek ji aliyê sêyem jî xwest, lê heta niha ti bersiv ji me re nehatine.

 

Kampa Rukban a koçberên Sûriyê dikeve ser sînorê hevbeş yê Sûriyê û Urdunê. Li gor Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 40 hezar koçber li wê kampê dimînin, lê ji ber hebûna grûpên çekdar li derdorê ji Çileya borî ve alîkarî negihiştiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst