Tûnis koçberan bi zorê dişîne ser sînorê Lîbyayê

29-07-2023
Loloxan
Tûnis: Bi dehan koçberan bi zorê dibine ser sînorê Lîbyayê
Tûnis: Bi dehan koçberan bi zorê dibine ser sînorê Lîbyayê
Nîşan Tûnis Lîbya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên Tûnisê bi dehan koçber desteser kirin û bi zorê berê wan da ser sînorê Lîbyayê.

Di nava wan koçberan de hejmareke zêde ya welatiyên Sûriyeyê jî hene û polîsên Tûnisê ew li biyabaneke Lîbyayê bi cih kirin.

Koçber tî bûne, hinek ji wan jî behsa birçîbûna xwe ya çend rojan dikin.

Jinekê jî got, “Ji bo xatirê zaroka min alîkariya min bikin.”

Rewşa bi dehan koçberên Afrîkî ber bi xirabbûnê ve diçe ku bi gotina wan Hikûmeta Tûnisê wan bi zorê dişîne ser sînorê Lîbyayê.

“Hikûmeta Tûnisê em bi zorê anîne vê derê”

Koçberekî behsa rewşa xwe kir û got:

“Rewşa me zêde zêde xirab e. Hikûmeta Tûnisê em bi zorê anîne vê derê. Ne ava pak a vexwarinê heye û ne stargehek, em bişandana welatê me dê baştir bûya.”

Hejmara wan 140 kes e, ji aliyê polîsên Tûnisê ve hatine girtin.

Îsal zêdetirî 50 hezar koçber bi rêya Deryaya Naverast çûne Ewropayê, piraniya wan ji Tûnisê derketine.

Hikûmeta Tûnisê bi Yekîtiya Ewropayê re bi rêya rêkeftinekê dest bi kampanyayeke dijî koçberan kiriye.

“Em dimirin”

Koçberekî din jî anî ziman, “Ev sê hefte ne em li vê derê ne. Çar kes tenê galonek av li ba wan heye, va ye em dimirin.”

Li naverasta Tîrmeha 2023an û bi armanca rêgirtina li çûyîna koçberan ber bi Ewropayê ve, Yekîtiya Ewropayê girêbesteke bi 1 milyar dolar bi Tûnisê re îmze kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst