Trump: Wiha hest dikim di demek nêzîk de ligel Îranê bicivin

01-08-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Amerîka Donald Trump Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku ew hest bi wê yekê dike, ku di demeke nêzîk de dê ligel berpirsên Irabê bicive herweha Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert dazanîn, Trump û Pompeo dixwazin ligel Îranê bicivin.

 

Heta niha serkirdeyên Îranî reşbîn in, lê li gor daxuyaniyên berpirsên Amerîkî amadebûnek heye bo gotûbêjên ligel Îranê. Serokê Amerîkayê jî dibêje ku wiha hest dike di demek nêzîk de Îranî ligel wan bicivin.


Donald Trump wiha axivî: “Rêkeftina etomî ya Îranê, nîmayîşeke biheybet bû. Hêvî dikim ligel Îranê ti pirsgirêkên me nebin. Niha di rewşeke dijwar de derbas dibin, hestekî min heye ku di zûtirîn dem de ligel me dicivin."


Amerîka amade ye ligel Îranê bicive, bo civîna ligel Îranê mercên wê jî hene, lê belê qet naxwaze derketina Îranê ji Sûriye û Yemenê, tevgera Îranê ligel xelkê wê û li Rojhilata Navîn wek mercên serekî bo civînê wesif bike. Ji bo gotûbêjkirina van mijaran, li ser civînê ti pirsgirêka Trump û Wezîrê Derve yê Amerîkayê nîne.


Li ser vê mijarê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert jî got: “Herdu, Wezîrê Derve û Serok gotine ku dixwazin ligel Îranê bicivin û derbarê paşeroja wî welatî de gotûbêjan bikin. Evana ne nû ne. Wezareta Derve ev yek gotiye û Koşka Spî jî heman tişt gotiye.”


Dibe ku cîbicîkirina daxwazên Amerîkayê wek derketina ji Sûriyê, rawestandina piştgiriyê bo Husiyên Yemenê, destûra xwepêşandanên azad û çendîn daxwazên din ji Îranê ne asan be.


Lê berê Donald Trump bi rêya danûstandinan wiha kirk u Koreya Bakur dest ji karê herî giran berde ku berhemanîna çekên etomî û ceribandina fûzeyan bû. Lê dîtina rêkeftinekê li şûna rêkeftina etomî jî ligel Îranê wek karekî zehmet bo Trump nayê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst