Serokê Fransa yê berê Nicolas Sarkozy hat binçavkirin

01-07-2014
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana @hevidarzana1
A+ A-
 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy di çarçoveya lêkolîna edlî de, bi îdîaya ku “hewl daye bandorê li ser lêpirsînê bike” û “nihênîtiya dozê binpêkiriye” hat binçavkirin.

Sarkozy îro danê sibehê çû ofîsa Têkoşîna li Dijî Tawanên Malî û Gendeliyê ya li banliyoya Nanterre ya Parîsê û li wir hate binçavkirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de, roja 30ê hezîranê parêzerê Sarkozy, Thierry Herzo û 2 dadgerên payebilind ên Fransayê jî hatin binçavkirin. Sarkozy li navenda lêpirsînê dimîne.

Lêpirsîner dixwazin bizanibin ka serokomarê berê Sarkozy bi alîkariya parêzerê xwe Herzog hewl daye ku bi rêya dadgerên payebilind re agahiyên lêpirsîna di derheqê xwe de bi dest bixe yan na.

Tê îdîakirin ku Sarkozy li beramberî wergirtina agahiyan, soza dayîna postekî payebilind daye dadgerên mijara gotinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst