Li Florensê rêz li şervanekî Îtalî yê YPGê hat girtin

01-04-2019
RÛDAW
Şervanekî Îtalî li Baxozê canê xwe ji dest da
Şervanekî Îtalî li Baxozê canê xwe ji dest da
Nîşan Îtalya Folerens Şervan YPG Lorenzo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Florens ê Îtalyayê, merasîmên rêzlêgirtinê bo şervanekî îtalî ku di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bû birêve çû.

 

Şerê tunekirina DAIŞê li Baxoz bandora xwe li bajarê Florensa yê Îtalya kiriye. Li nav wî bajarî xwepêşandaneke girseyî hat sazkirin û têde rêz li şervanekî Îtalî hat girtin, ku tevlî YPGê bibû û li Baxozê jiyana xwe jidest dabû.

 

Şervanî îtalî yê bi navê Lorenzo Orsetî di 18ê Adara borî de li şerê dijî DAIŞê li Baxozê canê xwe ji dst dabû.

 

Şervanê Îtalî hevalê Lorenzo yê bi navê Chkopo Vendi dibêje: “Artêşa Tirkiye ku hevpeymana hêzên cîhadî bû, kanton dagîr kir. Min koçber li Efrînê dîtin, ew kesekî mêrxas û dilovan bû, dizanî çi dike, dixwest li wê derê bimîne, daku berevaniyê ji xelkê bike. Rewş hestyar bû, tiştekî normal bû, guman hebe ku bitirse.”

 

Xelkê Florensê bi dilekî xemgîn xwe nêzîkî kesûkarên şervanê koçkirî dikin. Bavê şervan şanaziyê bi kurê xwe û wê doza ku diber de canê xwe jidest daye dike.

 

Alisandro Osetî bavê Lorenzo wiha got: “Lorenzo bi zilalî, neçûbû heta ku demokrasiya Ewropî yan mirovatiyê li wê derê belav bike. Lorenzo çûbû tiştekî ji Kurdan fêr bibe, çûbû beşdariyê di şoreşa Kurdî de bike.  Ez piştrastim ku ew tecrubeyek girîng bû ji wî re, me ew yek jî di nameyên wî yên dawî de xwend.”

 

Lorenzo şervanê Îtalî yê duyem bû ku di şerê dijî DAIŞê de li Sûriyê canê xwe ji dest daye.  Ciyovanî Fransîsko yê 55 salî jî di Kanûna 2018an de li nav şervanên HSDê li Sûriyê canê xwe jidest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst