Hewlêr (Rûdaw) – Awusturya (Nemsa) çarçoveya ‘Yasaya Nîşaneyan’ berfireh kir, û bi vê yekê desteşana Gurê Boz jî ku MHPyî bikar tînin li wî welatî hate qedexekirin. Qedexeya wan hêmayan îro destpê dike.
Li Awusturyayê, çarçoveya ‘Yasaya Nîşaneyan’ a ku di çarçoveya ‘tekoşîna li dijî tûnd û tûjî û îslama polîtîk’ de gellek desteşan û sembolên kom û grûpên cuda qedexe dikir, hate berfirehkirin.
Li gor sererastkirina nû ya vê yasayê, kesên ku desteşana gurê boz bikin, dê bi 4 hezar Euroyî bêne cezakirin û eger vê desteşanê dûbare bikin, dê bi 10 hezar Euro yan jî 6 hefte zindanê bêne cezakirin.
Awustralyayê di 2015an de, bi mebesta pêşîlêgirtina propagandaya DAIŞ û El Qaîdeyê, ‘Yasaya Nîşaneyan’ di çarçoveya ‘tekoşîna li dijî tûnd û tûjî û îslama polîtîk’ de pesend kiribû.
Piştî ku çarçoveya vê yasayê hate berfrehkirin, gellek sembol û desteşanên din jî ketin nav yên qedexekirî.
Bi berfirehkirina çarçoveya vê yasayê re, li Awusturyayê, li gel DAIŞ û El Qaîdeyê, sembolên Îxwan Muslumîn, Hemas, baskê leşkerî yê Hîzbûllaha Lubnanê, PKK, USTAŞA’ya nijadperestên Kirwat û hin grûpên din jî hatin qedexekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse