VÎDEO/SERSAL - Dîmenên nuwaze yên çend welatên cîhanê

01-01-2018
RÛDAW
Cîhanê sala nû bi şahî pêşwazî kir
Cîhanê sala nû bi şahî pêşwazî kir
Nîşan Sersal Cîhan Aheng Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi hatina serê sala nû ya 2018ê, li seranserê cîhanê aheng û rêûresmên cihereng hatine sazkirin. Di pîrozbahiyên îsal de dîmenên ji hev ciwantir û bê wêne hatine dîtin.


Welatê Zelanda Nû, liseranserê cîhanê yekemîn welat bû, ku pêşwaziya sala 2018ê kir.

 

Li Skay Tower a li paytexta Zelandaya Nû, Welingtonê û li bajarê Oklandê ya vî welatî, li gorî dema Hewlêrê, demjimêr 14:30ê, bi şahiyeke mezin sala nû hate pêşwazîkirin.

 

 



Bajarê Sîdneya Awûstralyayê jî duyemîn paytexta cîhanê bû ahenga sersalê pîroz kir.  

 

Li Sîdneyê bi hezaran kes li pêşiya balaxaneya Opera û pira bilind a Harberê, bi şahiyeke mezin sala nû ya zayînî pêşwazî kirin.

 

Herwiha li Sîdneyê, ku hejmara nîştecihên wî 4 milyon û 29 hezar kes in, bi yariyên agirîn û rêwresmên rengûreng birêve çûn.

 




 

Li bajarê Atîna ya Yûnanîstanê, bi hezaran kes beşdarî ahenga serê sala nû kirin.  

 

 Ahenga herî mezin li navçeya dîrokî ya Akrapolîsê birêve çû. Ji bilî yûnaniyan, hejmareke zêde ya geştiyaran jî di ahengan de amade bûn.

 

Navçeya Akrapolîs cihekî dîrokî ye û piraniya aheng û boneyên nîştîmanî li vê herêmê tên kirin.

 

 




Almanyaya yek ji welatê Ewropayê bû, ku li her bajarekî wî, aheng û şahiyên cuda hatine sazkirin.


 Li Berlîna paytexta Almanyayê, şahiyeke mezin hate sazkirin û bi dehan hezar kes li pêşiya Deriyê Bradînborgê civiyan û di bin yariyên agirîn de hatina sala 2018ê pîroz kirin.

 

 



 Welatê Îmaratê, weke salên borî îsal jî di rêûresmên sersalê de dîmenên balkêş hebûn.


Li bajarê Dubeyê ya Îmaratê, hevşêweyê piraniya bajarên cîhanê, sala nû ya zayînî bi şoxûşeng hate pêşwazîkirin.


Balexaneya Xelîfe ya Dubeyê, ku her sal yariyên agirîn li ser bane wê tên teqandin, îsal bi ronahiyên lazerî hatine xemilandin.

 

Balaxaneya Xelîfe yek ji diyartirîn senbola Mîrnîşîna Dubey û welatê Îmaratê ye.

 



Brîtanyayê bi coş û şahî sala nû pêşwazî kir.

 

Li navenda bajarê Lonodnê û navçeyên din ên vî bajarî, bi girseyî sala nû ya 2018ê hate pêşwazîkirin. Şaredariya Londonê jî bi yariyên agir û mûzîkê, ehengek saz kir.


Peyamnêra Rûdawê li Londonê ragihand: “Bi boneya sala nû, bi sedan hezar kesan serdana paytext kirine. Tê pêşbînî kirin, ku ji ber geştiyaran 25 milyar dolar sûd bigihe vî welatî.

 

 

 

 

Rêûresmên Hong Kongê bala bi hezaran kesan kişand.


Li qiraxên bajarê Vîktoriya ya Hong Kongê, li ser balaxaneyên bilind yariyên agirîn hatine vêxistin. Dîmenên van ronahiyan jî Vîktoriya ji serî heta binî guhert.


Kiraqên Vîktoriyayê xwedî navûdeng e û hersal di serê sale de bi hezaran kes berê xwe didin vî bajarî.


Herwiha Viktoriya Harber navçeyekî dîrokî û stratejîk e, ku hikûmeta Hong Kongê ji bo ahengên mezin vê deverê hildibijêre.

 




 

Cakarta şeva sersalê bi dîmenên nuwaze xemilî.


Li Hotêl Endonezya ya li Cakartaya paytexta Endonezyayê, ku bûye sembola bajêr, bi ahengên cur bi cur û rêûresmên taybet sala nû hate pêşwazîkirin.


Xelk li pêşiya meydana vê hotêlê kom bûn, mûzîk hate lêdan û yariyên agirîn qad ronahî kirin.


 




Li New York a Amerîkayê yek ji ahenga herî mezin a sala nû birêve çû. Amerîkiyan her çirkeya nêzîkî sala nû dibû, bi germahî û kêfxweşiyeke mezin şahî digêran. 

 


Çirkeya dawîn jî hêjayê dîtinê bû.








Nivîsîn: Necmî Salih

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst