Çekya bi 2-0 Hollanda têk bir û derbasî qonaxa din bû

27-06-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di gera 16emîn a 16mîn Şampiyona Futbolê ya Ewropayê (EURO 2020) de, Çekya bi encama 2-0 Hollanda têk bir û derbasî çarêkfînalê bû.

Di çarçoveya leyîzên Euro 2020 de ku ji ber pandemiya coronayê par di dema xwe de nehatibû sazkirin û îsal tê birêvebirin, herdu tîmên Hollanda û Çekya di gera 16an de li Puskas Arena ya Budapest a paytexta Macaristanê hatin pêşberî hev.

Di xûleka 55an de, yarîzanê hêla berevaniyê yê tîma Hollandayê Matthijs De Ligt karta sor wergirt û bi wê yekê tîm bi 10 lîstikvanan leyîz berdewam kir.

Di xûleka 68an de, yarîzanê Çekyayê, Tomas Holes yekemîn gola tîma xwe û leyîzê tomar kir û bi 1-0 tîma xwe pêşxist.

Di xûleka 80an de, Patrik Schick gola duyem a tîma Çekya tomar kir û tîma xwe bi 2-0 pêş xist.

Leyîz bi 2-0 di berjewendiya Çekyayê de bi dawî hat û bi vê encamê tîma Çekyayê derbasî çarêkfînala Euro 2020 bû û dê bi tîma Danmarkê re bilîze.

Pêşbirka çarêkfînakê ya di navbera her du tîman de dê roja Çemiyê 3ê Tîrmehê di saet 19.00an de li Bakû ya paytexta Azerbaycanê birêve biçe.

Tîma Danmarkê şeva Şemî 26ê Hezîranê li yarîgeha Wembley ya Londonê bi encama 4-0 li tîma Walesê bir û derbasî qonaxa din bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst