Alîgirekî êrişî futbolîstê Amedsporê Denîz Nakî kir

26-08-2017
RÛDAW
Nîşan Amedspor Denîz Nakî futbolîst êriş
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Di nîveka yekem a maça navbera tîma Mersîn Îdman Yurdu û tîma Amed Sportifê de, alîgirek dakete qada futbolê û êrişî Denîz Nakî yê futbolîstê Amedsporê kir.

 

Amed Sportif di Lîga 2emîn a koma sor de bû mêvanê tîma Mersîn Îdman Yurduyê.

 

Dema ku Denîz Nakî amadehiyê dikir ku li topê bixe, alîgirek dakete qadê ji paş ve êrişî Nakî kir. Piştî êrişê hemû futbolîst bi ser êrişkar de çûn û ew bêbandor kirin.

 

Navê Denîz Nakî herî dawî ji ber desteserkirinê hatibû rojevê. Bi hinceta ku li ser Twitterê li dijî Serokomarê Tirkiyê sixêf kiriye, hatibû desteserkirin, lê piştre rastî derket holê ku ew hesaba Twitterê ji aliyê kesekî din ve li ser navê wî hatiye vekirin û Denîz Nakî piştre hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst