Penaberekî Sûrî ku ji ber guleyê felc bûye dixwaze beşdarî Paralîmpîka Parîsê bibe

25-04-2023
Loloxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberê Sûrî yê astengdar Ednan Mûsa el-Firmelî ku li bajarê Manresa yê Ispanyayê dimîne, dixwaze beşdarî Maratona Paralîmpîkê ya Parîsê bibe.

Ednan rojane li ser bisîklêta xwe ya destî rahênanê dike bi armanca xelateke mezin di Paralîmpîka Parîsê de bidest bixe.

Ednan Mûsa el-Firmelî dibêje: “Min xewna xwe pêk anî dema ez çûm ser lûtkeya Çiyayê Kilimanjaro li Afrîqayê. Ev yek di Tebaxa 2022an de ji aliyê Rêxistina Inara ve hatibû sazkirin, armanca jê komkirina pereyan bo 100 zarokên astengdar bû. Ez di heşt rojan de gehiştim ser lûtkeya wî çiyayî. Peyama me ew bû ku tiştekî nayê kirin nîne li cîhanê. Sipasiya her kesekî dikim ku alîkariya min kir.”

Niha temenê Ednan 25 sal e. Berî ku berê xwe bide pêşbirkeyên werzişa biskilêta destî, pêşbirkeyên werzişa  basketballa li ser biskilêta destî dikir, daku bi rêya werzişê xwe ji bêhêvîbûnê dûr bixe.

Penaberê Sûrî, Ednan Mûsa el-Firmelî herwiha behsa amadekariyên xwe dike û wiha dibêje: “Laşê min baş e. Ez zêde werzişê dikim. Ez bi vê werzişê gelekî kêfxweş im, vê yekê wiha kir ez peywendiyê ligel rêxistinê bikim daku biskilêtekî destî bo min dabîn bikin, bi armanca rahênanê bikim. Ev salek dibe li ser biskilêtê destî rahênanê dikim. Armanca jiyana min a nû ku hevrikiyê di pêşbirkeyan de bikim û berdewamî asta xwe bilind bikim.”

Ednan 14 salî bû dema li nav bajarê Himsê yê naverasta Sûriyê ji ber şerê navxwe gulleyek li peşta wî ket, di encam de tevgera li ser ling û piyan ji dest da. Di 2017an de ligel malbata xwe li herêma Katalonya ya Ispanyayê bicîh bû, tenê dixwaze bi rêya werzişê di maratonan de xelatên mezin bidest bixe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst