Koronayê La Liga jî rawestand

23-03-2020
RÛDAW
Nîşan Ispanya La Liga Camp Nou Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi berdewamiya belavbûna vîrusa COVID-19 li Ispanyayê û zêdebûna hejmara tûşbûyan û qurbaniyên vê vîrusê, û ji ber parastina werzişvanan, çalakiyên xûla superlîga Ispanyayê ya futbolê ya naskirî bi La Liga, hatin rawestandin.

Biryara rawestandina çalakiyên La Liga piştî civîna navbera rayedarên wê lîga navdar û Federasyona Futbolê ya Ispanyayê û ji ber metirsiya vîrusa Koronayê hat dan.

La Liga di daxuyaniyeke nivsîkê de ku îro Duşemê 23ê Adarê belav kiriye, ev biryar aşkere kiriye û ragihandiye, ew dest bi çalakiyên xwe nakin, heya wê dema ku hikûmet nebêje lidarxistina lîstikan ewle ye.

Federasyona Futbolê ya Ispanyayê ragihand, ji bo destpêkirina lîstikên xûla La Liga, ew li benda başbûnê rewşê dibin.

Federasyona Futbolê ya Ispanyayê herwiha ragihandiye, ji wan re tendirustiya hemû aliyan ji encamdana lîstikan giringtir e.

Herdu tîmên Fc Barcelona û Real Mardir ku li ser asta cîhanê navdar in û bi milyonan alîgirên wan hene, di La Liga de dilîzin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst