Maradona, Ronaldo û Messi da ber hev

20-06-2017
RÛDAW
Nîşan Ronaldo Messi Maradona
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Lîstikvanê navdar ê arjantinî Diego Amando Maradona lîstikavanê Real Maderidê Cristiano Ronaldo û yê Barcelonayê Lionel Messi da ber hev û got, asta Ronaldo gellek li jor e lê dîsa jî Messî tercîh dikim.

Diego Amando Maradona herdu lîstikvanê futbolê Ronaldo û Messi da ber hev û ragihand: “Asta Ronaldo gelek bilind e. Wekî cinawiran e. Xwazka arjantinî bûya.”


Maradona wiha domand: “Lê ez dîsa jî Messi tercih dikim. Ev bi zewq futbolê dilehîze û bi hêsanî ji rikebirên xwe dibore.”


Lîstikavanî arjantinî herwiha bibîr xist  Messî hêj Qupaya Cîhanî hilnedaye û destnîşan kir: “Medalya (nîşane) olîmpiyatê ya Messî heye. Lê bê alîkariya tîma xwe, nikare bi tena sere xwe Qupaya Cîhanî bistîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst