Boksorê Kurd bi ser ket, Ronaldo ew pîroz kir

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Egîd Kabayel Cristiano Ronaldo Boksorê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê navdar ê cîhanê Cristiano Ronaldo li rîngê boksorê Kurd Egîd Kabayel pîroz kir.

Boksorê Kurd Egîd, ku bi ser navê Almanyayê beşdar e, li Erebîstana Siûdiyê rikaberê xwe yê Kubayî Frank Sanchez têk bir û heq stand ku derkeve maça sikleta giran a şampiyoniya cîhanê.

Kabayel, ev 25 car in li ser hev qezenc dike û her du kemerên rikaberê xwe jê standin.

Boksorê Kurd heta niha qet têk neçûye û di 25 maçan de 17 caran bi nakawtê bi ser ketiye.

Piştî maçê Cristiano Ronaldo çû ser rîngê û ew pîroz kir.

Egîd wêneyê xwe û yê Ronaldo li ser Instagramê belav kir.

Egîd Kabayel kî ye?

Egîd Kurdekî ji Mereşa Bakurê Kurdistanê ye û 1992yan li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ji dayîk bûye.

 Ew niha li bajarê Bocuhê yê Almanyayê dijî.

Egîd Kabayelê ku boksorekî profesyonel e heta niha li Almanya û Ewropayê beşdarî gelek şampiyoniyan bûye û gelek serkeftin bi dest xistine.

Li gorî Kovara The Ringê, boksorê Kurd di nav 10 boksorên herî baş ên cîhanê de cih digire.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst