Di maça Amedsporê de krîza protokolê: Cih nedan Dogan Hatun

19-08-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Dogan Hatun Protokol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di maça Amedspor û Istanbulsporê de li protokolê cih ji bo Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun nehat veqetandin.

Tîma parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspora ku di Lîga Yekem a Tirkiyeyê de têdikoşe li standa xwe derket pêşberî Istanbulsporê.

Maça Amedspor û Istanbulsporê demjimêr 21:00an dest pê kir.

Li protokolê cih ji bo Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun nehat dayîn û ev ji bû sedema nerazîbûnê.

Li ser vê yekê Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî wekî prtotesto ji protokolê derket çûn nav alîgirên Amedsporê.

Herwiha ji bilî Serra Bucakê, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz û hinek nûnerên saziyên civaka sivîl jî ji cihên xwe yên li protokolê rabûn û tevlî alîgiran bûn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê vê yekê daxuyaniyek da û got:

“Hevserokên me dê her tim piştgiriyê bidin tîma gel Amedsporê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst