Li Geverê pêşbaziya kaşûnê: 700 werzişvan beşdar bûn

19-01-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Gever Colemêrg Kaşûn
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Li gundê Sînavayê yê navçeya Gevera Colemêrgê, pêşbaziya kaşûnê bi rê ve çû.

Ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 700 werzişvan beşdarî pêşbaziyê bûn.

Li Geverê cara yekem e pêşbaziya mezin a Tirkiyeyê tê lidarxistin.

Ev ji bo geştiyariya zivistanê ya Gevera Colemêrgê jî bû derfeteke mezin.

Werzişvanê bi navê Serkan Arslan der barê pêşbaziyê ji Rûdawê re axivî û got:

“Em li vir beşdarî pêşbaziya kaşûnê bûne. Cureya ku li vir tê kirin wekî bazdana li ser berfê ye ku bi Tirkî jêre dibêjin ‘Kayaklî Koşu.’

Werzişvanên li vir bi serkeftî derbas bibin, dê bibe endamê tîma neteweyî ya Tirkiyeyê.”

“Êdî werzişvan têne bajarê me”

 Werzişvana ciwan Sude Arslanê jî got, “Em jî êdî kaşûnê dikin, kaşûn werzişeke xweş e.

Berê em diçûn bajarên din lê niha ji bajarên din werzîşvan têne bajarê me. Ji ber ku berfa Geverê ji bo vê werzişê gelekî baş e.

Werzişvanan ji bo fînala Tirkiyeyê û ji bo ku li ser navê Tirkiyeyê beşdarî pêşbaziyên Ewropayê bibin rikberiyê kirin.

“Me karekî baş kiriye”

Berpirsên îdarî yên parêzgeha Colemêrgê û bi taybet jî yên Geverê, ji bo pêşbaziya ku li bajêr hatiye kirin kêfxweş in.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Geverê Salîh Ozdemîr kêfxweşiya xwe bi lêv kir û got:

Em wekî odeya bazirganiyê ya Geverê gelek kêfxweş in. Hevalên me hemû li vir in, me karekî baş kiriye.

Hema bêje ji 19 bajarên cuda yên Tirkiyeyê derdora hezar werzişvan beşdarî vê pêşbaziyê bûne. Em gelek bi vê yekê kêfxweş in.”

Li gorî amarên Dezgeha Keşnasiyê, di nav hemû cihên kaşûnê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de îsal berfa herî zêde li navendên Sînava û Mêrga Botanê yên Herêma Colemergê bariye.

Bilindahiya berfê li Sinavayê 168 santîmetre û li Mêrga Botan jî 159 santîmetre ye.

Li gorî pisporan, berfa herêmê ji bo werzişa kaşûnê gelekî guncav e.

Mamoste û Rahênerê Kaşûnê Şefîk Yaşar diyar kir ku berfa herêmê gelekî baş e û got:

“Berfa vir wekî berfa krîstalê tê binavkirin û gelekî baş e.

Li ti devera Tirkiyeyê berfeke wisa nîne. Em diçin cihên din jî lê me li ti deverekê berfa wisa baş nedîtiye.”

Li gorî amarên îdareya geştyariyê yên salên dawî, salane derdora 80 hezar geştyar seradan parêzgeha Colemergê dikin. 

Saziyên navçeyê, hewil didin ku navendên wekî Sînava û Mêrga Botan zêdetir bibin da ku bêhtir bala geştyaran bikişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst