Hewlêr (Rûdaw) – Lionel Messi lêdaneke cezayê ji dest da û nekarî ji bo serkeftina yekem lîstika tîma Arjantînê ya di Kûpaya Cîhanî ya 2018an de alîkariya tîma xwe bike.
Di lîstika yekem û koma çarem de li stada Otkritie Arena ya li Moskowê Arjantîn û Îzlanda hatin hemberî hev û maç 1 – 1 wekhev ma.
Lîstikvanê tîma Arjantînê Sergio Agueroile di xuleka 19an de golek avêt û di xuleka 23an de jî lîstikvanê Alfred Finnbogason tîma Îzlandayê gola xwe avêt û gola yekem a tîma xwe ya di Kûpaya Cîhanî ya 2018an tomar kir.
Di gera duyem de Lionel Messi di xuleka 64an de lêdaneke cezayê ji dest da û nekarî ji bo serkeftina tîma Arjantînê alîkarî bike û di lîstika yekem de du puan ji dest dan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse