Isaac Tutumlu vê carê bi Alaya Kurdistanê bû yekem

02-10-2023
Saman Wilatjêrî
Nîşan Isaac Tutumlu Tîma Kurdistan Racingê Barcelona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Isaac Tutumluyê şofêrê Kurd-Spanî yê Tîma Kurdistan Racingê li bajarê Barcelonayê yê Katalanyayê di pêşbirkekê de bû yekem.

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û Alaya Kurdistanê li ser e, vê carê jî di pêşbirka GT Barcelonayê de bû yekem.

Ew bi otomobîla Ferrariyê beşdarî pêşbirkê bû û di nav 55 tîman de pileya yekem bi dest xist.

Isaac Tutumluyê şofêrê Kurd-Spanî ji Rûdawê re got:

“Bi destxistina vê serkeftinê re ez gelekî kêfxweş bûm. Piştî çend salan a hewldanê ez gihîştim xewn û xeyalên xwe ku ew jî serkeftina li Barcelonayê bû.”

Isaac Tutumluyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman:

“Ji bo piştevaniya berdewam ez spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê, Korek Telekomê û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dikim ku ew ji bo ez bi Alaya Kurdistanê beşdarî pêşbirkan bibim hevkariya min dikin.”

Isaac Tutumlu berî 2 mehan jî li Almanyayê di pêşbirka GT World Challengeyê de bûbû sêyemîn.

Isaac Tutumlu kî ye?

Isaac Tutumlu bi navê xwe yê temam Isaac Tutumlu Lopez 5ê Tîrmeha 1985an li bajarê Barcelonayê yê Spanyayê ji dayik bûye.

Bavê wî ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û dayika wî jî ji Spanyayê ye.

Isaac Tutumlu şofêrê pêşbirkan e.

Isaac Tutumlu kurê Bayram Tutumluyê yekem menajerê bi lîsansa FIFAyê yê Tirkiyeyê ye ku di futbolê de gelekî bi nav û deng e.

Isaac Tutumluyê ku di 21 saliya xwe de dest bi beşdariya pêşbirkan kir, di pêşbirkên navneteweyî de bi awayekî baş nûnertiya Kurd û Kurdistanê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst