Îtalya di penaltiyan de bû Şampiyona Euro 2020

12-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di fînala Euro 2020 de ku şeva bihorî li Werzişgeha Webmley a Londonê birêve çû, tîma futbolê ya Îtalyayê di penaltiyan de ji tîma Ingilistanê bir û bû Şampiyona Euro 2020.

Herdu tîm di demjimêr 22:00 şev bi dema Hewlêrê li Stadyuma Wembley a Londonê hatin hemberî hev û di leyîzeke xweş û bi lez de li ser bidestxistina kûpaya Euro 2020 rikeberî kirin.

Di dema asayî ya 90 xûlekan de, herdu tîmên Îtalya û Ingilistan bi encama 1-1 wekhev bûn û leyîz derbasî dema zêde bû. Di herdu nîveyên zêde yên leyîzê de tevî ku herdu aliyan hewl dan, gola serkeftinê tomar bikin, lê belê leyîz bi heman encama 1-1 bi dawî bû û ji bo kivşkirina tîma şampiyon, panaltî hatin lêdan.

Di penaltiyan de, Îtalya bi encama 3-2 ji tîma Ingilistanê bir û kûpaya Euro 2020 bi dest xist û bi xwe re dibe Romayê.

Li stadyuma Wembley nêzîkî 60 hezar kes ji bo dîtina layîza fînala Euro 2020 amade bûbûn.

Tîma Ingilistanê di xûlekên destpêka leyîzê de tîma Îtalyayê tûşî şokek mezin kir, dema ku di xûleka 2an de Luke Shaw gola yekem bo tîma xwe tomar kir.

Di xûleka 35an de, lîstikvanê Îtalî Federico Chiesa, piştî drîblên li ser hev li nêzîk qada cezayê topek avêt qela Ingilistanê lê top ji tenişta qelayê ve çû derve.

Tevî ku di nîvê yekem a leyîzê de tîma Îtalyayê herî zêde top kontrol kiribû (ji sedî 62), lê encama leyîzê bi 1-0 di berjewendiya tîma Ingilistanê de bi dawî hat.

Di destpêka nîveya duyem a leyîza fînalê de, tîma Îtalyayê êrişên xwe li der qela Ingilistanê zêde kirin û di xûleka 67an de Bonucci gola ewil a tîma xwe û gola wekheviyê li gel Inglistanê tomar kir.

Rikeberiya herdu tîman, tevî hemû hewldanên wan di 90 xûlekên asayî yên leyîzê de bi encama 1-1 bi dawî hat û piştî bêhnvedaneke pir kurt, dema zêde ya leyîzê dest pê kir.

Di du nîveyên 15 xûlekî yên zêde de jî, encama leyîza fînalê di navbera Îtalya û Ingilistanê de neguherî û ji bo diyarkirina şampiyona Euro 2020, penalty hatin lêdan.

Di penaltniyan de, tîma Îtalya bi encama 3-2 ji tîma Ingilistanê bir û Kûpaya Euro 2020 bilind kir.

Piştî 53 salan, ev cara duyemîn e Îtalya di wan rikeberiyan de dibe şampiyon.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst