Geşta bisîkletsiwarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bo Wanê

05-09-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Bisîkletsiwarî Îran Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Werzîşvanên bisîkletsiwariyê ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine navçeya Elcewaz a ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve, daku geştekê li derdora Gola Wanê pêk bînin.

Bisîkletsiwar Helya El Şahedi got "Ez ji Îranê hatim e. Em bi bisikletên xwe di sînor re derbasbûn û heta Elcewazê hatin. Me 300 km bisîkletsiwarî kir. Gelekî xweşik e. Ev der gelek xweşik e, ev cara duweme ez têm."

Ev koma 24 kesî ya hezkiriyên jîngehê di vê serdana xwe de li cihên dîrokî yên bajarê Wanê û deverên geştyarî geriyan û piştre li Elcewazê kamp avakirin û li wir dimînin. Ew dibêjin xelkê vî bajarî gelekî baş in, gelek bi germî pêşwazî li wan kirine û ew dixwazin peywendiyek wan a baş ligel xelkê vê derê çêbibe.

Bisîkletsiwar Muhammed El Şahedi dibêje "Ev duyemin car e em wek grûp bi bisîkletên xwe tên Tirkiyê. Armanca me ew e ku em li derdora Gola Wanê tureke bisîkletsiwariyê bikin. Cara yekê dema em ji Îranê hatîn em 15 kes bûn, me wê demî tureke paskîlsiwariyê li derdorê Gola Wanê saz kir û aktivîstên Gola Wanê naskirin."

Navçeya Elcewaz yek ji cihên herî xweş yê geştyariyê ye ku bajar bi gola Wanê ve bûye yek. Bi taybet di demsala havînê de dibe navendeke geştyariyê. Salane ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî gelek geştyar serdana vî bajarî dikin û tên ber Gola Wanê.

Li gor Rêveberiya Çand û Turîzmê ya Bajêr, di nav 7 mehên destpêkê yên Îsal de 226 hezar 435 geştyar ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serdana parêzgeha Wanê û gola wê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst